RSF: Divê Silêman Ehmed demildest bê berdan

RSF’ê têkildarî girtina edîtorê beşa Erebî ya ajansa RojNewsê Silêman Ehmed ê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin, peyamek weşand û xwest demildest Silêman Ehmed bê berdan.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa RojNewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 10 rojin windaye.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ên Navnetewî (RSF) li ser malpera xwe ya X’ê peyamek belav kir û xwest demildest rojnamevan Silêman Ehmed bê berdan.

Di peyama RSF’ê de ev tişt hat gotin: “Silêman Ahmet li ser sînorê Sûriyê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin. Divê hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê demildest Silêman Ahmet serbest berdin.”