ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Berdevka Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê bi rêbazên herî bi bandor li dijî desthilatdariya ku li dijî her kesên ne ji wan in şer îlan kiriye têbikoşin. Turkoglû destnîşan kir ku di pêvajoya jinûve avakirinê de jin, kedkar û karker wê bi têkoşîna hevpar jiyaneke nû ava bikin.

- Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' li Parîsê tê lidarxistin, berdewam dike.

- Endamê CPT yê berê Jean-Pîerre Retellînî ku 3 caran li Îmraliyê çû serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku şert û mercên tecrîdê nayên qebûlkirin û got: "Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e, ez azadiya wî dixwazim."

- Julîa Yaûrîs ku ji Perûyê beşdarî Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' li Parîsê tê lidarxistin, bû got, “Ez ji têkoşîna jinên Kurdistanê hejmetkar mam û gelekî bandor li min kir.“

- Li Taxa Çekmece ya navçeya Defne ya Hatayê yek ji xwediyên rewa yê zeviya ku qada jiyanê ya konteyniran lê hatiye çêkirin Emsal Atakan diyar kir ku tu agahiya wan ji îstimlaqkirina zeviyan tuneye.