Êşkence li Ustundag ê girtî hate kirin

Selamî Ustundag ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Erzînganê dîlgirtî bû, ji ber li dijî lêgerîna tazî derketibû, pêşî rastî êşkenceyê hat û piştre hat sirgûnkirin.

Selamî Ustundag li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê dihat ragirtin û hat diyarkirin ku li Ustundag lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û dema li dijî vê sepanê derketî hate derbkirin û piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Kavakli ya Samsûnê hate kirin. 
 
Bavê Ustundag, Hanîfî Ustundag da zanîn ku ji ber tenduristiya kurê xwe fikarên wan hene û ev tişt anî ziman: “Li Erzînganê lêgerîna tazî li kurê min ferz kirin. Ji ber ku ev sepan qebûl nekir, gardiyanan kurê min derb kirin. Piştî êşkenceyê jî nebirin nexweşxaneyê û sirgûnê Girtîgeha Kavakliyê kirin. Bi hefteyan me nekarî xwe bigihînin wî. Dema em li girtîgehê geriyayîn, em hîn bûn ku sirgûnê Girtîgeha Kavakliyê hatiye kirin. Ji ber tenduristiya kurê min fikarên me hene.”