Ji 5 kesên ku li Şirnexê hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girt û 5 kes binçav kiribûn. Ji 5 kesên hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan di 1’ê Mijdarê de, di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû destpêkirin, polîsan li taxên Dîcle, Ş. Harun û Başakê avêtibû ser malan û di serdegirtina malan de ciwanên bi navê Mesut Avil, Hasan Azma, Serkan Bayrak û du zarokên bi navê Y.P û Y.S hatibûn binçavkirin.

Her 5 kesên ku hatibûn binçavkirin îro piştî îfadeyê wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Di îfadeyê dozgeriyê de Mesut Avil û Hasan Azma bi daxwaza girtinê û her sê kesên din jî bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.  

Dadgehê jî bi heman îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” der heqê Mesut Avil û Hasan Azma de biryarê girtinê da. Serkan Bayrak û her du zarokên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.