Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Nêzî 3 sal in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah nayê girtin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Parêzer ji bo hevdîtinê hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê bersiveke erênî yan nerênî nagirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 12 salên dawî de, tenê 5 hevdîtin bi parêzeran re pêk aniye. Herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin bi parêzeran re kir. Ji wê demê û vir ve zêdeyî 4 sal derbas bûn.