Li dijî baregehên DYE’yê êrîş pêk hatin

Li dijî baregehên DYE’yê yên li Herêma Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov û biçek û mûşekan êrîş pêk hatin.

Li gorî medya Iraqê duh bi şev Tevgera “El Muqaweme El Îslamiye ya Iraqê” baregehek hêzên Emerîka ya li bajarokê Herîr ya ser bi Hewlêrê, herwiha baregehek leşkerî ya Emerîka ya li Şedadiye ya dikeve Başûrê Hesekê kirine hedef.

Heman çavkanî dibêje, êrîş bi balafirên bê mirov û mûşekan pêk hatine û hate gotin: “Baregeha li Şedadiye bi balafirên bê mirov hatiye hedefgirtin, herwiha baregeha din ya li Herîrê jî bi du mûşekan hatiye hedef girtin.”

Derbarê ziyanan de heya niha ti agahî nehatine bidestxistin.