'Girtin bi xwe dezenformasyon e'

Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok girtinên ji ber 'qanûna dezenformasyonê' nirxand û destnîşan kir ku girtin bi xwe dezenformasyon e.

Nivîskarê T24 Tolga Şardan piştî ku nivîsand ku MÎT'ê li ser hikumet û dadgeriyê rapor amade kiriye, bi îdîaya 'agahiyên şaş li nava gel belav kiriye' hate girtin. Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok têkildarî girtina Şardan got, "Ji ber ku naxwazin li nava raya giştî ev yek bê nîqaşkirin. Dixwazin yekane çavkaniya agahiyê ew bi xwe bin."

Veysel Ok hem girtina rojnamevanan hem jî Pêşnûme Qanûna li ser Guhertina di Hin Qanûnan û Qanûna Çapemeniyê de nirxand ku wê hefteya bê bikeve rojeva Dadgeha Destûra Bingehîn. Parêzer Ok anî ziman ku bingeheke hiqûqî ya vê qanûnê nîne û got, "Xaleke 'belavkirina agahiyên şaş li nava gel' li qanûnê bi cihkirin û li gorî vê xalê kesên ku agahiyên şaş li nava gel belav dikin ji salekê heta sê salan bi cezayê girtîgehê dikare bê cezakirin. Pirs ev e; belavkirina agahiyên şaş li nava gel tê çi wateyê? Bingeheke xwe ya hiqûqî nîne, nikare bê texmînkirin û li dijî xalên azadiya fikrî ya destûra bingehîn e. Ya duyemîn jî kî wê biryarê bide ku kîjan agahî şaş e? Di nava sîstema dadgeriyê ya li Tirkiyeyê de gelo dadgerek xwedî wê erkê ye ku biryarê bide bê kîjan agahî rast kîjan şaş e. Normal li dewletên ji hiqûqa demokratîk dema agahî şaş bin, çi dibe? Bersiva dijber tê weşandin û mijar tê girtin. Tirkiye di nava welatên endamê Konseya Ewropayê de yekane welat e ku vê mijarê ceza dike.

Divê ev yek jî bê bibîrxistin; bi vê qanûnê re di dema erdheja 6'ê Sibatê de du rojnamevan hatin girtin. Niha hatin berdan, lê belê tişta ku bû sedema girtina wan ew bû ku mijara alîkariya ji herêma erdhejê re dihate şandin rexne dikirin. Her wiha gelek kes ketin ber dozên bi heman rengî."

Veysel Ok destnîşan kir ku ev qanûn di asteke mezin de azadiya fikrî ji holê radike û got, "Ev qanûn di mijara azadiya fikrî de dibe ku veguhere çalakiyeke motîvasyonê kêm dike, ku me di bûyera Tolga Şardan de ev yek dît. Yanî di nûçeya Tolga Şardan de çavkaniyek nûçeyê heye û li gorî çavkaniya nûçeyê Serokkomarî têkildarî dadgeriyê lêkolînekê dike."

Veysel Ok ragihand ku motîvasyona bingehîn a vê qanûnê yekkirina agahiyê ye û got, "Dixwazin çavkaniya yekane ya agahiyê çavkaniyên desthilatdariyê be, medya nêzî desthilatdariyê be."

Veysel Ok bi dewamî got, "Rojnamevanek dikare nûçeyeke şaş binivîsîne. Dibe ku agahiyên şaş wergirtibe û ji çavkaniyekê nivîsandibe. Piştre lêborînê dixwaze, lê belê rojnamevanek ji ber ku nûçeyek şaş weşandiye nabe bê girtin. Mînakeke vê yekê nîne. Wê mîna robotekî nêzî rojnamevanan bibin. Wê li rojnamevanan ferz bikin ku ji niha û pê ve ji bilî gotinên femrî yên desthilatdariyê tiştekî din nenivîsînin."

Veysel Ok herî dawî destnîşan kir ku dezenformasyona esasî girtin bi xwe ye.