ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê meş bêne lidarxistin.

- Hiqûqnas Ercan Kanar biryara Dadgeha Bilind weke darbeya hiqûqê pênase kir û got, "Mîna serdema Nazî, AKP'ê dadgerî kiriye şûrê rêveberiyê."

- Şêniyên Colemêrgê li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd banga tevlîbûna li 'Meşa Azadiyê' ya ber bi Gemlîkê ve kirin.

- Bi kevir û axê peravê Gola Wanê tê dagirtin û li ser jî Otela Merît tê çêkirin. Walîtiya Wanê û Şaredariya Edremît a AKP'yî jî li hemberî vê talanê bêdeng in.

- Şehîd Aram Îbrahîm ku du dest û lingekî xwe di şoreşê de winda kir, ti carî dest ji têkoşînê berneda. Bi dirûşma 'Heta dawiyê xizmeta ji şoreşê re' hate naskirin. Ne tenê ewladê dayik û bavê xwe bû, bû ewladê temamiya Rojava.