Li Edeneyê li dijî kargeha ‘piştevanên desthilatdariyê’ çalakî hate kirin
Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH’ê ragihandin ku li Edeneyê li dijî febrîqeyeke piştevanên desthilatdariyê, çalakiya sabotajê kirine.
Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH’ê ragihandin ku li Edeneyê li dijî febrîqeyeke piştevanên desthilatdariyê, çalakiya sabotajê kirine.
Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH’ê wiha gotin: “Şeva 7’ê Mijdarê derdora saet 22’an febrîqeya piştevanên AKP’ê di hedefa milîsên me de bû. Milîsên me febrîqeya li Seyhan/Yeşîlobayê ku kel û pelên maske û estetîkê dihilberîne, dan ber agir.”
Milîsên HBDH’ê hişyarî kir ku piştevanên vê desthilatdariya faşîst di hedefa wan de ne û destnîşan kir ku şoreşa yekbûyî wê hesabpirsînê bidomîne.