Şandeya HEDEP’ê serdana saziyên Elewiyan kir
Şandeyeke HEDEP’ê ku Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî di nav de bû, serdana saziyên Elewiyan kir. Di serdanê hat destnîşankirin ku ji bo muxalefeta civakî dema yekîtiyê ye.
Şandeyeke HEDEP’ê ku Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî di nav de bû, serdana saziyên Elewiyan kir. Di serdanê hat destnîşankirin ku ji bo muxalefeta civakî dema yekîtiyê ye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan û Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HEDEP’ê Yuksel Mutlu û şandeya pê re li Enqereyê çûn serdana rêxistinên Elewiyan.
Bakirhan û şandeya pê re ji ewilî çûn serdana Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û piştre jî li gorî rêzê çûn serdana Federasyona Elewî Bektaşî û Komeleyên Çandê yên Elewiyan.
Bakirhan û şandeya pê re ji hêla nûnerên rêxistinên Elewiyan ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan, bal kişand ser civînên bi gel re hatine kirin û wiha got: “Me xeta xwe bi girseya xwe re, bi kirdeyên karê xwe re nîqaş kir. Piştî kongreyê jî me bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û muxalefeta civakî re hevdîtin dan destpêkirin. Ji vê armanca me ew bû ku bi van derdoran li ser tiştên em bikarin bi hev re bikin biaxivin. Li vî welatî pirsgirêka Kurd nehat çareserkirin û di mijara daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan de jî tu gav nehatin avêtin.”
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser nîqaşên di navbera Dadgeha Bilind û AYM’ê de û ev tişt anî ziman: “Beriya vê nîqaşê jî li ser Destûra Bingehîn a nû nîqaş dihatin kirin. Kesên li rexekî qala makeqanûneke nû dikin, li hêla din ketine pey amadekirina makeqanûneke girêdayî qesrê û yekzilamî. Li dijî vê; hewcehî bi destûreke bingehîn a Elewî, Kurd, kedkar û bindest jî di nav de tevahiya 85 milyonan digire nav xwe were amadekirin.”
Bakirhan, anî ziman ku ji bo vê rewşê hewcehî bi hevparîbûnê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî me êdî dema wê hatiye ku em diyar bikin bê ka em çi dixwazin. Em dixwazin ji bo pêvajoya pêş pêşniyarên we guhdar bikin. Di hevdîtinên bûdçeyê de ji bo nîjad û baweriyên cuda parek nayê veqetandin. Gelemperî ji bo şer tê veqetandin. Di rojên pêş de em jî dê li gel muxalefeta civakî xetekê ava bikin û ji her alî ve bi hev re bin. Di vê mijarê de fikrên wê yên hêja ji bo me girîngin.”
Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan jî bal kişand ser rewşa Dadgeha Bilind û AYM’ê û wiha got: “Ya ku Dadgeha Bilind dike, darbeya darazê ye. Di serî de Elewî û Kurd, gelek derdorên civakî li vî welatî tune tên hesibandin. Li welêt hiqûq û edalet tune ye û daxwaza tune tên hesibandin. Li hêla din polîtîkayên pişaftinê yên li dijî Elewiyan zêde bûne. Serokatiya Çand û Cemxane ya Elewî Bektaşî ya girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê hate avakirin. Tevî hemû îtîrazên me jî mixabin bi destê vê saziyê lez dan polîtîkayên pişaftinê. Civak xizan kirin û niha dixwazin bi rêya kar-nan teslîm bigirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê yekê bidome.”
Aslan, da zanîn ku dê di 10’ê Kanûnê de bi dirûşmeya “Li Stenbolê perwerdeya laîk û mirovane û Tirkiyeya demokratîk” mitîngê lidar bixin û banga tevlibûnê kir.
Nûnerên saziyên pêkhateyên ABF’ê jî bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û gotin ku divê muxalefeta civakî hev bigire. Nûneran bang li nûnerên din ên muxalefeta civakî kirin ku di vê mijarê de ew jî gavan biavêjin.