Kanar: Dadgerî bûye şûrê rêveberiyê
Hiqûqnas Ercan Kanar biryara Dadgeha Bilind weke darbeya hiqûqê pênase kir û got, "Mîna serdema Nazî, AKP'ê dadgerî kiriye şûrê rêveberiyê."
Hiqûqnas Ercan Kanar biryara Dadgeha Bilind weke darbeya hiqûqê pênase kir û got, "Mîna serdema Nazî, AKP'ê dadgerî kiriye şûrê rêveberiyê."
Daîreya 3'yemîn a Ceza ya Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a li ser binpêkirina mafê Parlamenterê Hatayê yê TÎP'ê Can Atalay nas nekir û giliyê endamên AYM'ê kir. Vê yekê krîzeke nû afirand. Hiqûqnas Ercan Kanar li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku mîna serdema Nazî, di dema AKP'ê de dadgerî veguheriye şûrê rêveberiyê.
'AYM DI FERMIYETÊ DE HATIYE GIRTIN'
Kanar anî ziman ku di dîroka komarê de cara yekê ye ku Dadgeha Bilind biryara AYM'ê binpê dike û destnîşan kir ku ev yek rewşeke sosret e, tê wê wateyê ku AYM di pratîkê de hatiye girtin. Kanar diyar kir ku ev biryar her wiha nîşan dide ku li Tirkiyeyê tiştek ji hiqûqê nemaye, li Tirkiyeyê ji xwe ti carî darizandinek li gorî pîvanên hiqûqê nehate kirin, lê belê di dema desthilatdariya AKP'ê de bi navê hiqûqê qet tiştek nemaye.
Kanar rewşa gengaz a piştî vê darbeya hiqûqê bi vî rengî pênase kir: "Parêzer wê careke din serî li AYM'ê bidin û bi ihtimaleke mezin wê AYM jî bi piraniya dengan biryara binpêkirinê bide; eger nede hingî wê biçe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME jî wê biryara binpêkirinê bide. Lê mixabin li Tirkiyeyê çawa ku biryarên AYM'ê bi cih nayên anîn, biryarên DMME'yê jî bi cih nayên anîn. Me ev yek di mijara Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de dît. Ev pratîka Dadgeha Bilind veguheriye dewama hiqûqa şer a bi dijmin re."
'ERDOGAN DIXWAZE BI KEVIREKÎ LI DU KIVÎKAN BIXE'
Kanar destnîşan kir ku Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind bi îhtimaleke mezin li gorî daxwaza rêveberiyê biryareke bi vî rengî wergirtiye û got, ji xwe Serokkomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya têkildarî krîza dadgeriyê de xwedî li biryara Dadgeha Bilind derket.
Kanar bi bîr xist ku AYM dadgeha herî bilind e, biryara wê jî bo her kesî derbas dibe û got, "Eger Serokkomar serokkomarekî ji bo hiqûqê rêzdar bûya, wê bigota ku biryara AYM'ê ji bo her kesî derbasdar e û Dadgeha Bilind jî di nav de divê hemû hêzên îdarî li gorî AYM'ê tevbigere. Lê belê welê nebû. Ya rast Erdogan dixwaze bi kevirekî li du kivîkan bixe. Ji ber vê yekê qala destûra bingehîn a nû dike. Ev yek nayê wê wateyê ku wê destûreke bingehîn a azadîparêz bê. Berevajî, bi hesreta destûreke bingehîn a welê ye ku bi rêya wê karibe serdemeke nû ya piştî hilbijartinê garantî bike, destê xwe sivik bike û muxalefetê lawaz bike. Niha ji xwe rêveberiyeke totalîter li ser kar e û ev jî têra wî nake. Erdogan dixwaze destûra bingehîn welê biguherîne ku karibe dîktatoriya xwe bi temamî li ser ava bike."
'DIVIYABÛ AYM XWEDÎ LI BIRYARA XWE DERKETIBÛYA'
Kanar anî ziman ku tiştekî normal nîne ku AYM heta niha daxuyaniyek li ser mijarê nedaye û got, "Diviyabû AYM daxuyanî bida û xwedî li biryara xwe derketibûya. Lê nekir. Ji niha û pê ve daxuyaniyê bide jî wê bibe daxuyaniyek derengmayî."
'PRATAÎKA DADGERIYÊ YA AKP'Ê JI DARBEYA FAŞÎST A 12'Ê ÎLONÊ JÎ DERBAS KIR'
Kanar ragihand ku ji aliyê dadgeriyê ve dema herî xerab a dîroka komarê ye û destnîşan kir ku pratîka dadgeriyê ya desthilatdariya AKP'ê ji darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê jî derbas kiriye.
Kanar got, "Mîna serdema Nazî dadgerî veguheriye şûrê rêveberiyê. Hiqûqa şer a bi dijmin re di dema AKP'ê de veguheriye hiqûqa şer a bi dijmin re ya li gorî AKP'ê. Ev yek ji hiqûqa şer a bi dijmin re ya klasî xerabtir hiqûqeke şer a bi dijmin re ye. Mirov muxalîf be têrê dike ku bê cezakirin, bê sûcdarkirin."
'LI DIJÎ VÊ DARBEYA HIQÛQÊ DIVÊ RABE SER PIYAN'
Kanar destnîşan kir ku Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê, saziyên mafên mirovan, partiyên muxalefetê divê li dijî vê darbeya hiqûqê têkoşîneke çalak bimeşînin û got, "Heta niha partiya muxalefetê ya bingehîn nehişt ku mirov dakevin qadan. Ozgur Ozel ku niha bûye Serokê Giştî yê CHP'ê soza qadan dide. Em ê bibînin bê wê li ser gotina xwe be yan na. Lewma divê girseyan bixin nava tevgerê û rakin ser piyan."