Li Çewlîgê 5 kes hatin girtin
Li Çewlîgê 18 kes di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin. Ji van 18 kesan, 5 kes hatin girtin ku Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê Ubeyîd Ozer jî di nav de ye.
Li Çewlîgê 18 kes di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin. Ji van 18 kesan, 5 kes hatin girtin ku Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê Ubeyîd Ozer jî di nav de ye.
Li navenda Çewlîgê û navçeyên wê yên Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê di 6-7’ê mijdarê de di serdegirtina malan de 18 kes hatibûn binçavkirin. 11 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên li miduriyeta polîsan hatin berdan, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ubeyîd Ozer, Mazlûm Serînyel, Abdûrrahman Sav, Şefîka Dogan û Alaattîn Narînç di nav de 7 kes sewqî Edliyeya Çewlîgê hatin kirin.
7 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” tên sûcdarkirin piştî wergirtina îfadeyên wan ên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hate kirin. Hevserokê HEDEP’ê ya Bongilanê Ozer, Serînyel, Sav, Dogan û Narînç bi heman îdiayan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.