Dîndar herkes vexwend Meşa Gemlîkê
Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar bang li alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê kir ku 18'ê Mijdarê beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.
Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar bang li alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê kir ku 18'ê Mijdarê beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.
Gelê Wanê xwe ji bo Meşa Gemlîkê ya ku wê di 18'ê Mijdarê de bê lidarxistin, amade dike. Xebat bênavber berdewam dike. Tê payîn ku ji Wanê beşdarbûn zêde be.
Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmut Dîndar ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin. Dîndar got, “Di vê pêvajoya nediyar a ku em paşerojê tê de nabînin de aktorê ku dê aştiyê bîne, Abdullah Ocalan e. Ev sê sal in ti agahî jê nayên girtin, der barê tenduristiya wî de ti agahî tune. Ji ber vê yekê em li gel gelê xwe nerehet û bi fikar in. Koma HEDEP'ê bi Wezareta Dadê re têkilî danî û me daxwaza xwe ya hevdîtinê gihandin, lê heta niha ti agahî ji me re nehatiye."
Dîndar, destnîşan kir ku ew xebatên xwe li hemû herêm, navçe û bajêr didomînin û bang li alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê kir ku beşdarî Meşa Gemlîkê bibin û wiha got, “Gelê me wê careke din li dijî tecrîdê, xwedî li aştiyê derkeve. Em ê bi xebateke xurt tecrîdê bişkînin. Ez hêvî dikim ku hikûmet meşa me asteng neke. Ev daxwazeke demokratîk e. Gelê me niha dixwaze Birêz Abdullah Ocalan li kêleka xwe bibîne. Ev mafê herî xwezayî û rewa ye.”