Darbeya dadgeriyê: HEDEP'ê ji bo kombûna Meclîsê serlêdan kir
Koma Meclîsê ya HEDEP'ê li ber hişyariya Dadgeha Bilind a li ser kaosê rabû û ji bo kombûna Meclîsê serlêdan kir.
Koma Meclîsê ya HEDEP'ê li ber hişyariya Dadgeha Bilind a li ser kaosê rabû û ji bo kombûna Meclîsê serlêdan kir.
Koma HEDEP'ê diyar kir ku biryara Dadgeha Bilind zerar daye serweriya hiqûqê û bang kir ku Civata Giştî ya Meclîsê bi lez kom bibe.
Di serlêdanê de bandora AKP'ê ya li ser dadgeriyê hate rexnekirin û hate gotin, pîvana dewleta hiqûqê têk çûye.
Koma HEDEP'ê her wiha nerazîbûn nîşanî gilîkirina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn da û xwest, mijar di civata giştî de bê nixandin û meclîs jî xwedî li îradeya xwe derkeve.
Di serlêdanê de hate gotin, "Di hiyerarşiya dadgeriyê de dadgeha herî bilind Dadgeha Bilind nîne, Dadgeha Destûra Bingehîn e. Dadgeha Bilind bi binpêkirina Destûra Bingehîn biryareke siyasî da ku mafê Can Atalay ê parlamenteriyê jê re neyê dayin. Bingeha ku ji bo şerê navxweyî yê dadgeriyê hatiye avakirin, li ser paşeroja welêt metirsiyeke mezin e."