‘Li hemberî faşîzmê têkoşîna hevpar a ciwanan girîng e‘

Ji Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Yaren Sarisaltik diyar kir ku divê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirk bi Tevgera Ciwanên Kurd ên Welatparêz re tevbigerin û anî ziman ku li dijî zilma li ser ciwanên Kurd têkoşîneke hevpar girîng e.

Di nava 5 mehên dawî de nêzî deh ciwanan ji ber sedemên aborî û xema paşerojê xwe kuştine. Li Tirkiyeyê di nava ciwanan de bûhêvîbûn her roj zêde dibe. Ji Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Yaren Sarisaltik, rewşa ciwanên ku rasterast ji krîzên aborî û siyasî bandor bûne û erkên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirk ên di vê pêvajoyê de ji ANF'ê re nirxand.

Sarisaltik diyar kir ku ji bo fêhmkirina rewşa ciwanên li Tirkiyeyê, mirov li ciwanên ku di van hefteyên dawî de ber bi xwekuştinê ve hatine beralîkirin mêze bike bes e û diyar kir ku hemû krîzên li Tirkiyeyê rasterast bandorê li ser ciwanan dikin.

Sarisaltik axaftina xwe wiha domand: “Ji bo fêhmkirina rewşa ciwanan a li Tirkiyeyê, mirov li Zeren Ertaş, Sîbel Ûnlî, Enes Kara û 4 hevalên me yên di van du hefteyên dawî de ber bi xwekuştinê ve hatin beralîkirin binêrin bes e. Ciwan rasterast di bin bandora hemû krîzên aborî, civakî û siyasî de ne. Mafê perwerdehiyê yê ciwanan bi perwerdehiya bi pere tê desteserkirin. Mafê jiyanê bi êrîşên cûrbecûr tê binpêkirin. Zext û polîtîkayên mêtingeriyê yên hikûmeta paşverû ciwanan hedef digire. Pirsgirêkeke din a ku ji van hemûyan derketiye holê kûrbûna pirsgirêkên weke gendeliya bîrdozî û çandî û bêqîmetkirina ciwanan e. Lê dema li van hemûyan dinêre, divê bê dîtin ku çalakiyên bi hezaran xwendekaran ên piştî mirina Zeren Ertaş li dehan bajaran dest pê kirin. Ciwan beşa herî dînamîk a vê civakê ye. Tevî ku îro tevgera ciwanan xwe li rêxistinên ciwanên siyasî teng kiriye jî, ciwan her tim bi tevgerên çalak re tevdigerin.”

'RÊBERÊN TEVGERA ŞOREŞGER JI NAV CIWANAN DERKETINE’

Sarisaltik anî ziman ku salên 60'î salên ku li Tirkiyeyê gel ber bi çepgiriyê ve diçûn û diyar kir ku bandoreke mezin li ser ciwanan hebû. Sarisaltik got ku îro zehmet e ku behsa tevgera ciwanên şoreşger bê kirin û wiha dewam kir: “Di salên 60’î de li Tirkiyeyê şiyarbûneke civakî û herikîna girseyî ya çepgiriyê ku roj bi roj xurtir dibû. Taybetmendiya herî diyar a vê serdema nû di warê tevgera ciwanan de ew e ku ciwanên têkoşer bi lez û bez ji bin kontrola pergalê derdikevin û berê xwe didin şoreş û sosyalîzmê. Ji ber vê sedemê hema bêje hemû rêxistinên şoreşger ên navdar ên Tirkiye û Kurdistanê yên salên 70’yî de di nava tevgera ciwanan de derketin. Hema bêje hemû xebatkarên wan ên pêşeng ji tevgera ciwanan dihatin. Şoreşgerên leheng ên weke Denîz Gezmiş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya mînakên vê yên herî girîng in.”

CIWAN CARNA DESTKEFTIYÊN SIYASÎ BI DEST DIXIN

Di berdewamiya axaftina xwe de Sarisaltik diyar kir ku zehmet e ku niha mirov behsa tevgera ciwanên şoreşger bike û domand: “Bi rastî mirov dikare bibêje ku tevgera ciwanan yek ji serdemên xwe yên paşverû yên dîrokî dijî. Bêguman di vê de êrîş û zextên bîrdozî-çandî yên ji derbeya 12’ê Îlonê û vir ve li ser ciwanan pêk tên. Îro tevgera ciwanan li pratîka rêxistinên ciwanên şoreşger, pêşverû û reformxwaz teng bûye. Lê belê weke ku me di van salên dawî de di Berxwedana Bogazîçiyê de jî dît, ciwan car caran destkeftiyên siyasî yên girîng bi dest dixin.”

‘DIVÊ CIWAN BI HEV RE TEVBIGERIN’

Sarisaltik diyar kir ku divê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirk bi Tevgera Ciwanên Kurd ên Welatparêz re tevbigerin û anî ziman ku li dijî zilma li ser ciwanên Kurd têkoşîneke hevpar girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilat li dijî gelê Kurd polîtîkaya îmha, înkar û asîmîlasyonê dimeşîne. Bi şeklê xwe yê herî hovane berdewam dike. Ciwanên Kurd jî para xwe ji van êrîşan digirin. Ji mafên herî bingehîn ên wekî ‘mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî‘jî bêpar e. Li hemberî vê divê tevgera Ciwanên Şoreşger bi hev re tevbigerin. Zexta neteweyî ya ku ciwanên Kurd pê re rû bi rû dimîne, pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê û zilma faşîst tenê bi têkoşîna şoreşgerî, yekgirtî ya ciwanan dikare ji holê rabe. Rizgariya ciwanan îro encax bi rizgariya çîna karkeran pêkan e. Rizgariya gelên li van xakan dijîn bi şoreşa sosyalîst pêk tê. Ji bo vê jî divê hemû ciwanên şoreşger bi hev re têkoşînê bilind bikin. Heta ku sermayê têk neçe, kedkar û kedkar, gelên bindest, ciwan û jin wê nikaribin di cîhanek wekhev û azad de bijîn.”