Doza Kobanê: Kesên qaşo şahidin hevdu vala derdixin
Siyasetmedarê girtî Gunay Kubilay ku ji doza Kobanê tê darizandin, diyar kir ku kesên qaşo şahidin îfadeyên hevdu vala derdixin.
Siyasetmedarê girtî Gunay Kubilay ku ji doza Kobanê tê darizandin, diyar kir ku kesên qaşo şahidin îfadeyên hevdu vala derdixin.
Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin, danişîna 40’emîn a rûniştina 4’an hat dîtin.
Gunay Kubilay û parêzerên wê beşdarî danişîna ku li 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ya li Girtîgeha Girtî ya Sîncanê pêk hat, bûn.
Kubilay bal kişand îdiayên şahidên eşkere û veşartî ku hevdu vala derdixin.
Kubilay ev tişt anî ziman: “Gotinên şahidan hevdu înkar dikin. Çar îfadeyên şahidên cuda hene hemû jî hev vala derdixin. Ev jî nîşan dide ku pêwîstî bi pêşkêşkirina delîlên din tuneye.”
Kubilay got ku tê fêmkirin ku hemû şahid xwedî berjewendiyên şexsî ne.
Dadgehê danişîn taloqî sibê saet 10.00’an kir.