Parêzer li dijî hewldana darbeyê ya Dadgeha Bilind meşiyan

Parêzer li ser banga Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li ber Edliyeya Enqereyê hatin cem hev û bi gotina "Ji darbeyê re na" heta Dadgeha Bilind meşiyan.

Piştî ku 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku der barê Wekîlê TÎP'ê yê girtî Can Atalay de biryara îhlalkirinê da, li dijî endamên dadgehê serlêdana sûc kir. Yekîtiya Baroyên Tirk (TBB) ji bo destpêkirina "Meşa Serweriya Hiqûqê" hemû parêzeran vexwend Enqereyê.

Parêzer li ber avahiya edliyeyê kom bûn û bi dirûşma “Ji darbeyê re na” ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan.

Parêzer li Kolana Necatîbey ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Parêzerên guh nedan polîsan û meşa xwe berdewam kirin. Piştre parêzer çûn rêya Eskîşehîrê.

Di berdewamiya meşa xwe de parêzeran gihiştin ber TBB’ê. Serokê TBB'ê Erinç Sagkan li vir axivî û diyar kir ku Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin.

Sagkan li ser pirsa rojnamevanan a der barê axaftina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li hemberî Dadgeha Destûra Bingehîn de wiha got: "Pêwîste daraz girêka ku xwe girêdaye veke."

Parêzeran piştî demekê li TBB'ê sekinîn ber bi Dadgeha Bilind ve dest bi meşê kirin.

Di vê navberê de Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û gelek parlementerên pê re hatin ber Dadgeha Destûra Bingehîn ku parêzer lê amade bûn. Alîkarê Serokê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ozturk Turkdogan û gelek parlamenter jî piştgirî dan parêzeran.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan, bi parêzerên xwe re daxuyanî da û got, "Pirsgirêka hebûn an nebûna daraza serbixwe heye."

Sagkan diyar kir ku krîza ku ev 2 roj in dewam dike ne qeyrana edlî ye, krîza dewletê ye.

Parêzeran piştre li ber deriyê Dadgeha Cezayê Giran pirtûkek Destûra Bingehîn hiştin.