Baroya Îzmîr û Edeneyê: Endamên darazê sûc dikin
Baroya Îzmîr û Edeneyê bertek nîşanî nenaskirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da û diyar kirin ku endamên darazê sûcê destûra bingehîn kirine.
Baroya Îzmîr û Edeneyê bertek nîşanî nenaskirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da û diyar kirin ku endamên darazê sûcê destûra bingehîn kirine.
Baroya Îzmîrê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî redkirina binpêkirina maf û biryara neberdana parlamenterê TÎP'ê yê girtî Can Atalay da.
Cîgira Seroka Baroyê Zohre Dalkiran biryar wekî darbeya edlî pênase kir û wiha got: “Ev pêvajo bi rastî darbeyeke edlî ye. Sûcê destûra bingehîn hatiye kirin. Lê divê were zanîn ku wêrekiya sûcdaran dê li ber wêrekiya mafdaran têk biçe.”
Baroya Edeneyê jî bi heman awayî daxuyanî da û diyar kir ku Dadgeha Bilind rayeya Dadgeha Destûra Bingehîn desteser kiriye û ev yek weke serî rakirina li dijî Destûra Bingehîn nirxand.