ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan têkildarî sîstema KJK'ê axivî û got, "Ne tenê ji bo azadiya jinan, em ji bo azadiya mêran û civakê jî dixebitin. Armanca me avakirina jiyanek bi pêşengiya jinê ye."

- Parlamenterê Mûşê yê HEDEP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku budçeya 2024'an ji bo xizmeta ji desthilatdariyê re hatiye amadekirin û got, "Budçeya şer, nelirêtî û rantê ye."

- Parlamenterê Wanê yê HEDEP'ê Mahmût Dîndar bang li alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê kir ku 18'ê Mijdarê beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.

- Sûka Ezra sûka qedîm a Qamişloyê ye. Ji dûr ve bêhna biharatên li sûkê tê. Bi avahiyên xwe yên ji kerpîçê, bi deriyên xwe yên text hîn jî otantîk e.