Li Konyayê berdana 7 girtiyan bêhiqûqî hat taloqkirin

Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê berdana 7 girtiyan bi awayekî kêfî û bêhiqûqî 6 mehan hate taloqkirin.

Heyeta Kargêrî û Rêvebirinê ku ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo zextên li girtîgehan zêde bike hatiye avakirin, raporên kêfî û bêhiqûqî çêdike û berdana  girtiyên siyasî asteng dike.

Ergîn Altûntaş ê Hevserokê TUAY-DER'ê yê Çûkûrovayê nerazîbûn nîşan da, ku li girtîgeha Eregli ya Konyayê ji sala 2001’ê heya niha li girtiyên ku cezayê xwe temam kirine re ‘’poşmantî’’  tê ferzkirin û ji ber ku girtî jî vê yekê qebûl nakin berdana wan tê astengkirin.

Ergîn Altûntaş diyar kir ku berdana 7 girtiyan 6 mehên din hatiye taloqkirin û heyeta kargêrî û rêvebirinê xwe weke dadgehê dibîne.

Li gorî raporên Komeleya Mafê Mirovan ji sala 2021’an heya niha herî kêm serbestberdana 313 girtiyan gelek caran weke 6 û 3 mehan hatiye astengkirin.