Li Îzmîrê li hemberî navenda 'piştevanê desthilatdariyê' çalakiya sabotajê
Milîsên Îmran Firtina yên HBDH'ê ragihandin ku şeva 2'ê Mijdarê li Îzmîrê li hemberî navendeke 'piştevanê desthilatdariya faşîst' çalakiya sabotajê kirine.
Milîsên Îmran Firtina yên HBDH'ê ragihandin ku şeva 2'ê Mijdarê li Îzmîrê li hemberî navendeke 'piştevanê desthilatdariya faşîst' çalakiya sabotajê kirine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Îmran Firtina yên HBDH'ê de hate gotin, "Şeva 2'ê Mijdarê li Îzmîrê milîsên me ketin nava liv û tevgerê. Li Seferîhîsar/Ûlaşmiş Koyê li hemberî navendeke ji berhemên kozmetîk a piştevanê desthiladariya faşîst, me çalakiya sabotajê kir. Bi bandora kîmyewî agir bi navendê ket."