Olûç: Ev bi eşkere darbeya dadgeriyê ye

Cîgirê Serokê Koma HEDEP’ê Saruhan Olûç bal kişand ser hewldana darbeyê ya Dadgeha Bilind û got, “Ev bi eşkere darbeya dadgeriyê ye.”

Cîgirê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Saruhan Olûç di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser hewldana darbeyê ya Dadgeha Bilind.

Olûç serlêdana sûc a Dadgeha Bilind a derbarê endamên AYM’ê de wekî bi eşkerehî darbeya dadgeriyê ye bi nav kir û wiha got: “Ev bi awayekî eşkere tê wateya ku ‘Ez Destûra Bingehîn, Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakim’. Bi eşkere pêngava darbeya darazê ye, ez dixwazim vê bi taybetî bêjim.”

Olûç bal kişand ser xala 153’yan a Destûra Bingehîn û got: “Bi awayekî eşkere dibêje: ‘biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn saziyên qanûndanîn, rêveberî, daraz, meqamên îdare, kesên rast û hikmî eleqeder dike. ‘ Ango nabêje ‘Hin kesan eleqeder dike, hin kesan eleqeder nake.’ Dibe ku hûn biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn neecibînin, rexne bikin, lê nabe ku hûn pêk neynin û min duh li vir ew yek digot.

Di vê mijarê de Meclîs, Lijneya Giştî û Dîwana Serokatiya Meclîsê divê biryareke zelal bide. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Can Atalay de divê tavile were sepandin.”