Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hate kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Nêzî 3 sal in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah nayê girtin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li heman saziyan dan.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.