Sirri Sureyya Onder wê biryara Dadgeha Bilind nexwîne!
Serokwekîlê Meclîsê yê HEDEP'ê Sirri Sureyya Onder biryara Dadgeha Bilind a têkildarî parlamenter Can Atalay weke hewldana darbeyê nirxand û diyar kir ku eger biryar bê meclîsê wê nexwîne.
Serokwekîlê Meclîsê yê HEDEP'ê Sirri Sureyya Onder biryara Dadgeha Bilind a têkildarî parlamenter Can Atalay weke hewldana darbeyê nirxand û diyar kir ku eger biryar bê meclîsê wê nexwîne.
Onder peyamek ji Serokatiya Meclîsê re şand û diyar kir ku nêzîkatiya nehiqûqî ya Dadgeha Bilind hewldanek ji bo darbeya li sîstema destûra bingehîn e.
Serokwekîlê Koma Meclîsê ya HEDEP'ê destnîşan kir ku ev helwesta li dijî îradeya gel divê ji aliyê Meclîsê ve bêhikum bê nirxandin.
Onder xwest ku biryar li Civata Giştî ya Meclîsê neyê xwendin û bê radestkirin.
Onder diyar kir ku di dema nobeda xwe de ew ê xwendina vê biryarê qebûl neke.