Parêzer ji ber 'serweriya hiqûqê' ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan

Parêzerên ku bi banga Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û Baroya Enqereyê hatin cem hev, li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn.

Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî parlamenterê TÎP'ê Can Atalay biryara binpêkirinê da. Daîreya 3'yemîn a Dadgeha Bilind jî ji ber vê biryarê giliyê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Nerazîbûna li hemberî vê helwesta Dadgeha Bilind dewam dike.

Biryara Dadgeha Bilind a ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî vekirî piştgirî da, weke "darbeya dadgeriyê" hate pênasekirin.

Di çarçoveya "Meşa serweriya Hiqûqê" de ya ji aliyê TBB'ê ve hate destpêkirin, parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan.

Baroya Enqereyê bi rêya medyaya civakî bang li endamên xwe kir û got, "Em li dijî hewldana Dadgeha Bilind a ji bo tasfiyekirina Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê heta Dadgeha Bilind dimeşin."

Parêzer li ber avahiya edliyeyê hatin cem hev û bi dirûşmeyên "Ji darbeyê re na" û "Maf, hiqûq, edalet" ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan.

Lê belê parêzer li Kolana Necatîbeyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Tevî ku bi daxwaza meşa temsîlî parêzeran bêyî ku guh bidin polîsan meşa xwe berdewam kirin, piştre çûn ser rêya Eskîşehîrê û şerîdek rê ji aliyê polîsan ve li trafîkê hate girtin.

Parêzeran meşa xwe dewam kirin û gihiştin ber Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê.