Rêxistinên Ciwanan: Em ê weke Mahîr li dijî Elromên we bisekinin!
Rêxistinên ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên Îsraîlê ji Findikliyê heta Dolmabahçeyê meşiyan.
Rêxistinên ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên Îsraîlê ji Findikliyê heta Dolmabahçeyê meşiyan.
6 rêxistinên ciwanan ku ji Komîteyên Ciwanan, Kolektîfên Xwendekaran, FKF, Komeleyên Ciwanên Şoreşger û Ciwanên Çep pêk tên, li dijî êrîşên qirkirinê yên Îsraîl li ser Filistînê ji Findikliyê heta Dolmabahçeyê ku Denîz Gezmiş li wir li Fîloya 6’emîn xistibû, meşiyan.
Di meşa ku li ber kampusa Mîmar Sînan Findikliyê dest pê kir de, li ser ala Filistînê pankarta ku li ser wê “Ciwan li dijî emperyalîzm û siyonîzmê, li kêleka Filistînê li ber xwe didin" nivîsîbûn hat hildan û dirûşmên “Qatîl Îsraîl, ji Filistînê bicehime”, “Kujer Îsraîl, hevkar AKP”, “Emperyalîst, hevkar Fîloya 6’emîn ji bîr nekin”, “Emperyalîst, hevkar, Efraîm Elrom ji bîr nekin” berz kirin.
Li ser navê rêxistinên ciwanan Kerem Gumre daxuyanî xwend. Gumre got ku gelê Filistînê li dijî emperyalîzm û siyonîzmê têkoşîna serxwebûnê dide û wiha axivî: “Çawa ku gelê Filistînê di sala 1967'an de ji ber Îsraîl û hevkarên wê neçar ma ku axa xwe biterikîne, îro jî axa xwe zêde winda kiriye û terkî mirinê hatine kirin. Îro em weke ciwanên welatparêz û şoreşger berxwedana Filistînê silav dikin û soz didin: Em ê weke Mahîr li dijî Elromên we rawestin.”