ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo kir
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê li Bismilê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 53 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin û daxwaza rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. -
ÎHD’a Mêrsînê ji bo aştiyê “Nobeta Edaletê" da destpêkirin
Komîsyona Aştiyê ya Şaxa ÎHD’a Mêrsînê ji bo mezinkirina daxwaza aştiyê "Nobeta Edaletê" da destpêkirin. Nobeta destpêkê li ber Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê hat lidarxistin û bang kirin ku ji bo civakîkirina aştiyê û pêşvebirina pêvajoyê gavên şênver -
Heyeta DEM Partiyê: Demildest pêkanîna çarçoveya qanûnî hate nîqaşkirin
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. -
Di lêpirsîna Ahbapê de malên komeleyê û gumanbaran hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna gendelî û sextekariyê ya li dijî Komeleya Ahbapê de malên komeleyê û hemû gumanbarên ku navên wan di dosyayê de hene hatin desteserkirin. -
Li Enqereyê polîsan êrîşê çalakiya mamosteyan kir: Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin
Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet û mamosteyên ku ji ber mûlakatan mexdûr bûne li pêşiya Wezareta Xezîne û Darayiyê çalakî lidar xistin. Polîsan mudaxeleya çalakiyê kir û di encamê de, herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. -
Heyeta Îmraliyê serdana Devlet Bahçelî kir
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî kir. -
Îsraîl dixwaze dagirkeriya xwe ya li Lubnan, Sûriye û Xezeyê dewam bike
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ji Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Pete Hegseth re ragihand ku artêşa Îsraîlê wê li "herêmên ewle" yên li Lubnan, Sûriye û Xezeyê ava kiriye, bimîne. -
Haluk Levent û 13 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Komeleya Ahbapê de, 14 kesên ku di nav wan de Haluk Levent û parêzer Ece Guner jî hene, hatin girtin. -
Şanoger Levent Uzumcu hat binçavkirin
Şanoger û lîstikvan Levent Uzumcu hat binçavkirin. -
Dîplomatê Îtalî Danieli: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyeke mayinde pêk bîne
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin." -
'Di meseleya Kurd nîqaşa esas çek nîne, şêwazê avakirina çarçoveya nû ya siyasî ye'
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.” -
ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Organa medyayê ya ser bi dadgeriya Îranê ragihandin ku Mihemed Emînî Dîhaqanî yê ku ji ber tevlîbûna li çalakiyan hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birin, cezayê wî bi cih hatiye anîn. -
Careke din cezayê qedexeya hevdîtinê li Werîşe Muradî hate birîn
Ji ber ku tevlî rûniştina dadgehê nebû cezayê hevdîtina bi malbatê û axaftina bi telefonê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî hate birîn. -
Ji bo Selvî Tepe wê li Belçîkayê taziye bê danîn
Li bajarê Aalst ê Belçîkayê, ji bo bîranîna dayika şehîd û şoreşgeran Selvî Tepe di 19'ê Tîrmehê de roja Yekşemê taziye bê danîn. -
FEDA û DAKB: Wêneyên îdamê şahidên bêdeng ên qirkirinê ne
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) Seyîd Riza û hevalên wî yên ku 5’ê Mijdara 1937’an hatine îdamkirin, bi bîr anîn û diyar kirin ku wêneyên îdamê, şahidên bêdeng ên qirkirinê ne. -
Şaredarê Çankayayê û 23 kes hatin girtin
Şaredarê Çankayayê yê CHP'yî jî di nav de 24 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Şaredariya Çankayayê de hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Unsal: Eger qanûneke bi rengê poşmaniyê bê ferzkirin, ev wê neyê qebûlkirin
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin." -
Sînan Ok: Divê em aboriya aştiyê jî ava bikin
Sînan Ok diyar kir ku divê aboriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi rengekî xurt were nirxandin û got, modela demokratîk a aboriya aştiya civakî, wê bi polîtîkayên civakî yên xurt û bi destekên îstihdamê pêkan bin. -
Siyasetmedarê ji Baskê Zurimendi: Çareseriya pirsgirêkên siyasî rêbazên siyasî ye
Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe." -
ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Alî Temel di 32’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn
Alî Temel ku pêşengî ji bisazîkirina hunera Kurd kir, di 32’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn. -
Salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hat bibîranîn
Di bîranînên ku bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin de, wiha hat gotin, “Em ê têkoşîna wan a azadiyê her tim bidomînin.” -
Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku çar sernavên bingehîn êdî nabe bêne taloqkirin û got, "Divê qanûna binyadî bê derxistin, sepana qeyûm bê bidawîkirin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin." -
Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin
ÎSÎG'ê ragihand ku meha Hezîranê 228 karker li ser kar mirin.