ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Navenda Mafên Zarokan a FÎSA’yê, di 5 mehên ewilî yên sala 2026’an de herî kêm 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’
Dadgeha Destûra Bingehîn, biryar da ku lêpirsîna li ser kişkişandina cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk a li erdê bi awayekî bibandor nehatiye kirin û "qedexeya kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê" hatiye binpêkirin. -
Îranê kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir
Hêzên Îranê yên sînor, kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir. -
Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin
Hat ragihandin ku Şerîfe Mihemedî ya ku şertên giran lê tên ferzkirin, car din sewqî Girtîgeha Lakan a li bajarê Reş hate kirin. -
Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 10 birîndar
Li ser rêya Qers-Qaxizmanê wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir û di encamê de yek jê zarok 10 kes birîndar bûn. -
Celal Firat: Meşandina pêvajoyê li ser gotina ‘terorê’ wê encamên baş bi xwe re nîne
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat rexne kir ku qanûna divê were Meclîsê, ji aliyê desthilatdarî ve dereng tê xistin û got, pêvajo li ser gotina “terorê” meşandin, ji bo çareserî û demokratîkbûnê encamên baş nade. -
‘Ji bo xatirê ciwanên jiyana xwe ji dest dan, divê mirov bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe'
Akademîsyen Zelîha Burcu Acar û got, “Kurd be an Tirk be ferq nake, ji bo xatirê hemû ciwanên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, divê siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û çapemenî bi berpirsiyarî û heqî tevbigerin.” -
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê: Qanûna çarçoveyê divê şênber û di asta bicihanînê de be
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin got, qanûna çarçoveyê ya ji bo pêvajoya bêçekbûnê tê plankirin divê eşkere û xwedî çarçoveyeke hiqûqî be ku komên çekdar hemûyan di nava xwe de vehewîne. -
ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di Komebata Aboriyê de peyama ‘aboriya komunal’ hate dayîn
Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê ku du rojan dewam kir, bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di daxuyaniya encamnameyê de hat diyarkirin ku ji bo bêkarî, xizaniyê, talan û kedxwariyê ji holê rakin, ew ê têbikoşin. -
Karasû: Ew zanyar û derwêşê çiyê bû
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û got, "Hevalê Fûat ew hevalê me bû ku heqîqeta Rêbertî herî baş fêhm dikir û ji hevrêyên xwe re bi rengê herî baş vedigot." -
Îran gefê li malbatên pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane, dixwe
Îran cenazeyên pêşmergeyan radestî malbatên wan nake. Di heman demê de zextê li malbatan dike û telefonên wan jî desteser kir. -
Ji bo Eken ê PKK'yî piştî 31 salan taziye hate danîn
Ji bo Bedran Eken ê PKK'yî ku sala 1995'an li Xarpêtê di şer de şehîd bû, piştî bîranînê taziye hate danîn. -
268 rojan di greva birçîbûnê de bû, girtî Turkoglû jiyana xwe ji dest
Girtî Gurkan Turkoglû jiyana xwe ji dest da, ku ji bo girtina girtîgehên bi "Tîpa Bîrê" di greva birçîbûnê de bû û piştî 268 rojan rakiribûn nexweşxaneyê. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan dan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî serdegirtinên malan û binçavkirinan dan û gotin, pêdiviya vî welatî edalet û azadiyê heye. -
Komxebata aboriyê: Bêyî em çareseriyê biafirînin, ne hincetan
Li "Komxebata aboriya demokratîk û birêxistinkirina aboriyê" di axaftinan de işaret bi pêwîstiya bi rêxistinkirina aboriyê hate kirin û hate destnîşankirin ku divê gavên pratîkî bêne avêtin. -
Li 2 bajaran 11 kes hatin binçavkirin
Beriya Civîna Bilind a NATO'yê li Kocaelî û Edeneyê di serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin. -
Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo
Fîlozof Giorgio Agamben nameyek ji Rêber Apo re şand û got, "Li girtîgehê jî hûn azad in; hûn azadî bi xwe ne." -
Çîçek: Bi rika li hemberî zaliman em ê xweş bikenin!
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku girtina komedyen Denîz Goktaş nîşaneya karakterê otorîter a rejîma li Tirkiyeyê ye û got, "Li dijî zalimên em ê bi bikenin." -
Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtina malan de Seroka Şaxê Stenbolê ya ÇHD'ê Ezgî Onalan jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin. -
Li Toulouseyê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo
Li bajarê Toulouse yê Fransayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hate lidarxistin û Kurdistanî li gel dostên xwe yên Fransî tevlî bûn. -
Ji 1975'an heta bi Civîna bilind a NATO'yê: Jinûve pênasekirina jeostratejîk a meseleya Kurd
Dema dawî, bûyerên li dora ewlekariyê û dîplomatîk ên ji Iraqê heta bi Sûriyeyê, ji NATO'yê heta bi Yekîtiya Ewropayê, nîşan dide ku hewl tê dayin meseleya Kurd di nava mîmariya ewlekariya herêmî ya nû de jinûve bê pênasekirin. -
ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Enqereyê operasyonên NATO’yê: Di serdegirtina komeleyê de 7 kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê beriya Civîna NATO’yê bi ser Şaxa AKA-DER a Tuzluçayirê de girtin. Di serdegirtinê de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. -
Ahmet Turk: Gelê me wê bi siyaseta demokratîk re hemû pirsgirêkan derbas bike
Ahmet Turk di Komxebata Aştî û Diyalogê de axivî û destnîşan kir ku divê ev qanûna çarçoveyê tê amadekirin divê her aliyê civakê û rêxistinê di hundirê xwe de bihewîne. Ahmet Turk xwest ku hemû rûspiyên li herêmê piştgiriyek xurt bidin pêvajoyê.