ROJANE
Hemû Nûçe
-
DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin
DEM Partiyê taloqkirina gavên şênber ên têkildarî pêvajoyê rexne kir û destnîşan kir ku demokratîkbûn bi gavên siyasî yên wêrek dibe. -
Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Komeleya Ahbap de 38 kes hatin binçavkirin. -
Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne - NÛ BÛ
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji demê re bihêle û got, “Divê her kes baş bizane ku di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne.” -
Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê
Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan çalakiya herî dawî ye ku serî lê tê dayin. Ev çalakî dema ku bi ti awayî bersiv ji daxwazên mafdar re nayê dayin û rûmeta mirovan tê binpêkirin, têne destpêkirin. -
ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyên Apoyî: 'Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike'
Li ser navê girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku Rêber Apo dixwaze xeyalên nîvcomayî yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser bingeha komara demokratîk bi yekîtiya azad tacîdar bike. -
Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê
Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku di sala 2014’an de hatibû qetilkirin, anîn Tirkiyeyê. -
Tê payin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê "vê hefteyê" pêşkêşî Şandeya Îmraliyê bê kirin!
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku li bendê ne ku pêşnûme qanûna çarçoveyî "vê hefteyê" pêşkêşî Şandeya Îmraliyê bê kirin û got ku divê teqez pêşnûmeyê bi Rêber Apo re bê nîşqaşkirin. -
DEM Partiyê di salvegera Komkujiya Zîlan de banga hevrûbûnê kir
DEM Partiyê di salvegera 96’an de qurbaniyên Komkujiya Zîlan bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Ji bo berpirsyar li pêşberî dîrokê bên mehkûmkirin û careke din ev êş neqewimin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” -
KOMAW'ê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi bîr anî
Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an bi daxuyaniyekê bi bîr anî. -
Remzî Kartal têkildarî 'qanûna çarçoveyê' hişyarî da: Mutabaqat nebe pêvajo nameşe
Remzî Kartal bi bîr xist ku ji 24'ê Gulanê ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin, dibe ku ev astengî ji ber lihevnekirina li ser qanûna çarçoveyê be û got, "Qanûn eger bêyî nêrîna Rêber Apo û Tevgerê bê amadekirin, dibe ku pêvajoyê mirî jidayik bike." -
Hişê Tevgera Apoyî: Dayika Hatîce
Dayika Hatîce hîn jî rê nîşanî me dide, bi vê gotina li pey xwe hişt: "Ji bo azadiya Serok wê gel bibe yek. Çareya xwe çi be, wê peyda bike. Azadî ew e." -
ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Helbestvan Ahmet Tellî hate oxirkirin
Helbestvan Ahmet Tellî yê li Enqereyê koça dawî kir, bi merasîmekê ber bi Goristana Karşiyakayê hate oxirkirin ku lê bê veşartin. Di bîranînê de helbestên Tellî hate xwendin û qala wêje û têkoşîna wî hate kirin. -
Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike
Ahmet Karagoz anî ziman ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li gel aştiya civakî wê mercên aboriyê yên kedkaran jî sererast bike. -
Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê
Hevserokê Giştî yê OHD'ê parêzer Serhat Çakmak anî ziman ku merasîma şewitandina çekan destpêka demeke nû ye û got, ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê di serî de qanûna çarçoveyê divê garantiyên hiqûqî tavilê bêne afirandin. -
ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Divê girtiyên nexweş werin berdan
ÎHD’ê li sê bajaran daxuyanî da û daxwaz kir ku girtiyên nexweş Mehmet Alî Tosûn, Rihan Kavak û Serhat Gultekîn werin berdan. -
Sancar: Divê rola Abdullah Ocalan were naskirin
Endamê Şandeya Îmraliyê di komxebata ÎHD’ê de axivî û bal kişand ser rola muxatabê sereke Rêber Apo. Sancar got, divê rola Rêber Apo were naskirin. -
‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê ji bo Rêber Apo şert û mercên xebat û jiyana azad, bên afirandin. -
Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda
Dayikên Şemiyê di hefteya 1111 de qala têkoşîna 1111 hefteyan kirin û wiha gotin, “Me ne dest ji bendêmayînê ne jî dest ji têkoşînê berda.” -
Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje
Endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk Nedîm Seven diyar kir ku eger dewleta Tirk gavên ji bo pêşketina pêvajoyê avêtiban, ew ê niha li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistan xebatên siyaseta demokratîk meşandiban. -
Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar
Li ser rêya gundê Tuzsuz a Amasyayê mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir û di encamê de 6 jê zarok, 16 kes birîndar bûn. -
Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye
Rojnamevan Tugçe Tatarî, anî ziman ku merasîma şewitandina çekan a li Casenê, wekî destpêka serdemeke nû ye û got ku ji bo ev pêvajo bibe aştiyeke mayînde, divê dewlet gavên qanûnî bavêje û deriyên diyalogê ji bo her kesî vebike. -
Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsan bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de girt. Li avahiyên şaredariyê lêgerîn hate kirin û gelek kes hatin binçavkirin.