ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xizmên windayan banga edaletê kirin
Xizmên windayan û mafparêz vê hefteyê jî li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê hatin ba hev û daxwaza edaletê kirin. -
Bila girtiyên nexweş Pamuk û Oduncu bên berdan
Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş Abdurrahîm Pamuk û Zerdeşt Oduncu kirin. -
4 xebatkarên şaredariya Dîwaniye hatin binçavkirin
Desteya Destpakî ya Iraqê ragihang ku 4 endamên komîsyonek a rêveberiya Şaredariya Dîwaniye bi tometa gendeliyê hatin binçavkirin. -
'Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê bi guman û fikar pêşwazî bikin'
Nurettîn Demîrtaş, diyar kir ku di mijara qanûna çarçove û pêvajoyê de, ew ê her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe bi guman û fikar pêşwazî bikin û destnîşan kir ku misogeriyên qanûnan şert in. -
Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin
Dayikên /Mirovên Şemiyê xwestin ku faîlên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundem Ferhat Tepe (19) bên darizandin. -
Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê geştên hewayî hatin rawestandin
Ji ber êrişên şeva borî yên li ser Silêmanî û Hewlêrê, geştên asîmanî yên li her du balafirgehên Hewlêr û Balafirgeha Celal Talebanî ya Silêmaniyê hatin sekinandin. -
Çalakiya nobedê ya KESK’ê berdewam dike
KESK ji bo ku endamên wê yên bi KHK'ê ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe, nobeta xwe didomîne. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî jî piştgiriya nobetê kirin. -
6 partiyan êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
6 partiyan êrîşên bi dronan ên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku divê ev êrîş tavilê werin rawestandin. -
Li Hewlêr û Silêmaniyê êrîşên droneyan
Li Hewlêr û navçeyên Pîrmam û Akre gelek dron ketin xwarê. Dengên bilind ên ku di dema êrîşên dronan de li Hewlêrê çêbûn, bûn sedema tirsê. -
'Divê herkes ji bo çareseriyê gavan biavêje!'
Besiye Ozer a ku 30 sal girtîbû, rewşa dawî ya girtîgehan û pêvajoya heyî nirxand. Besiye Ozer, anî ziman ku ew di vê pêvajoya 30 salan de her tim bêriya çiya û xaka xwe kiriye. -
Li Meletiyê bi mezinahiya 5.0’an erdhej çêbû
Li Meletiyê erdhejek bi mezinahiya 5.0’an çêbû. -
Turan Çîl: Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin
Turan Çil ê ji ber ku li dijî desteserkirina mafan a li Şaredariya Beşîktaşê derket, ji kar hate avêtin û berxwedana xwe ya 215 rojan 13 roj in bi greva birçîbûnê didomîne got, “Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin." -
Parêzer Demîr: Bêyî pêkanîna Mafê Hêviyê pêvajo pêşve naçe
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku biryara DMME’ê ya “mafê hêviyê” derbarê Rêber Apo de 12 sal in nayê pêkanîn û destnîşan kir ku biryar mafekî bingehîn ê mirovan e û ji bo pêşveçûna Pêvaoya Aştî û Civaka Demokratîk azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neçarî ye. -
ROJEVA 18’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Duran Kalkan: Mifteya aştiyê Îmraliyê ye, divê rêya siyasetê were vekirin
Kalkan e ji rojnamevan Ruşen Çakir re axivî, diyar kir ku di navenda Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêber Apo heye û got, “Me têkoşîna çekdarî dawî kir, em nebin hêza ku dijî Tirkiye çalakiya çekdarî bike. Rêya aştiya rast ji Îmraliyê derbas dibe." -
Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek sendîkavan hatin binçavkirin
Rexistinên ked û demokrasiyê ji bo kesên ku bi biryarên KHKan ji kar hatine dûrxistin li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan. Girse ji ber astengiya polîsan, li ber avahiya KESK’ê rûniştin. Polîsan êrîşî girseyê kir û gelek kes binçav kirin. -
ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir
ÎHD’ê bi wesîleya salvegera 40’an a damezrandina xwe li Stenbol û Dersimê daxuyanî da û bang kir ku ji bo aştiya mayînde, dive gavên şênber bên avêtin. -
Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike
Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 23'ê Tîrmehê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. -
Komele: Di êrişa Muxafizên Şoreşê de 8 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Muxafizên Şoreşê yên Îranê serê sibehê êriş birin ser baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran a li Silêmaniyeyê. Di êirşê de 8 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. -
Parlamentoya Îsraîlê hate fesixkirin: 27’ê Cotmehê hilbijartin heye
Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) piştî wezîfeya xwe ya ji bo 4 salan qedand, xwe fesix kir. Bi vê biryarê re rêya hilbijartinên giştî yên 27’ê Cotmehê hate vekirin. Serokwezîr Netanyahû xwe amade dike car din bibe namzet. -
Gelek êriş li Başûrê Kurdistanê hate kirin
Serê sibehê li hemberî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi droneyan êriş hatin kirin. Li Helebceyê jî dengê teqînan hate bihîstin. -
'Hêviya jinan a ji pêvajoyê mezin e, lê ji ber helwesta dewletê bi fikar in'
Pinar Kandal diyar kir ku jin bawer dikin ku eger pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi encam bibe wê tevkariyê li bidawîkirina dejenerebûna civakî jî bike û destnîşan kir ku hêviya wan a ji pêvajoyê mezin e, lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar in. -
Eren Keskîn: Ji bo aştiya mayinde divê alî di mercên wekhev de bin
Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê ya mayinde pêwîste alî xwedî mercên wekhev be û got, "Mafê Hêviyê qenciyek nîne, mecbûriyetek e." -
ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.