ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dadgehê, li ser îdîayên OSO’yê 80 sal cezayê girtîgehê li zarokê 15 salî birî!
Çeteyên OSO’yê zarokê 15 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Huseyîn Mihemed revandin. Paşê 80 sal cezayê girtîgehê li wî hat birîn. -
Li Îranê darvekirin didomin
Îranê ciwanê Kurd Eşkan Malikî yê ku di xwepêşandanan de hate binçavkirin, darve kir. 5 kesên din jî mehkûmî darvekirinê hatin kirin. -
Duşunmez: Ferzkirinên ‘poşmaniyê’ yên berê çareseriyê nayînin
Onur Duşunmez, guhertinên qanûnî yên ku tê peyîn werin rojeva meclîsê nirxandin û diyar kir ku nêzîkatiyên li ser bingeha "poşmaniyê" çareseriyê bi xwe re nayînin. -
Dilsoziya bi yên ku wê timî şewq bidin... Hayatî Denîz Kaytan
"Ji dilê xwe yê ku min bêriya wî kiriye demekê bide min. Ey dilê min ji hişmendî, ruh û qudreta xwe hêza tewandina demê bide min. Ku karibim li te vegerim." -
Alî Haydar Kaytan wê 5'ê Tîrmehê li Kolnê bê bîranîn
Yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan ji ber salvegera şehadeta wî, li herêma Bergisch Gladbach a nêzî bajarê Koln ê Elmanyayê wê bê bîranîn. -
ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir
27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya rejîma Îranê li dijî xwepêşandar, welatparêz û muxalîfan banga destwerdana lezgîn kirin û gotin, “Bêdengî sûc e.” -
Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal
Senatorê Pariya Keskan a Awûstralyayê David Shoebridge piştî ku bi nûnerên civaka Êzidî re hevdîtin kir, bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê li Parlamenta Federal a Awûstralyayê axivî. -
Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin
CPT, ragihand ku leşkerên Tirk li Şêladizê 6 ciwan êşkence kirine. -
Cezayê darvekirina 'Celadê Enfalê' hat erêkirin
Dadgeha Temyîzê ya Federal a Iraqê cezayê darvekirinê yê ku ji Ajac el-Tikrîtî re hatibû dayîn, erê kir. -
Di sala 2026'an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn
Ji destpêka salê û vir ve li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê 2 kolber hatin kuştin, 6 kolber birîndar bûn. 2 kolber jî li Tirkiyeyê rastî êşkenceyê hatin. -
Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e
Endamê Komîteya amadekar a Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinkirina Aboriyê Yilmaz Atlig, got ku li Kurdistanê modela aboriya komunal a bi pêşengiya jinan, ekolojîk, xwecihî û li dijî pergala yekdestiyê pêkan e. -
Meşa li Sêwasê: 33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin!
Bi hezaran kes di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de meşiyan. Tulay Hatîmogûllari li bîranînê axivî û banga rûbirûbûna bi komkujiyê kir û xwest, lêborîna fermî bê xwestin. -
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin
Komedyen Denîz Goktaş ê vegeriya Tirkiyeyê li balafirgehê hate binçavkirin. -
Temellî: Em li bendê ne ku qanûn beriya bidawîbûna Tîrmehê bêne derxistin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê got, "Xuya ye lihevkirinek çêbûye ku meha Tîrmehê biqede, beriya Meclîs bikeve betlaneyê qanûn bikeve rojevê" û diyar kir ku wê sibe daxuyaniyeke berfireh bidin. -
Bîranîna Madimakê: Rizgarî bi tenê nabe!
Bi hezaran kes di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de dimeşin. Di meşê de dirûşmên "Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me", "Kujer wê hesab bidin gel" hatin qîrîn. -
Weşana malperên Nûmedya24, Azadiya Welat û Ajansa Welat hate astengkirin
Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin. Malperên Nûmedya24, Azadiya Welat û Ajansa Welat hate astengkirin. -
Fîlozofa Fransî Geneviève Fraisse piştgirî da banga Rêber Apo
Felsefevana femînîst a Fransayê û parlamentera berê ya Ewropayê Geneviève Fraisse diyar kir ku ew piştgiriyê dide Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo. -
'Komkujiya Madimakê li dijî baweriya Elewî, welatîbûna azad û têkoşîna demokrasiyê bû'
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Enver Ûzûngelîş anî ziman ku hedefa esasî ya Komkujiya Madimakê ya Sêwasê daxwaza welatîbûna wekhev, çand û baweriya civaka Elewî, têkoşîna laîk û demokrasiyê bû. -
Îranê 2 caran êriş bir ser Hewlêrê
Îranê doh bi şev bi droneyê êriş bir ser baregeha Partiya Demokrat a li herêma Dêgele ya li Hewlêrê. -
Rêber Apo peyamek ji rojnameya Komînal re şand
Hejmara vê mehê ya rojnameya Komînalê bi vê manşetê derket: "Ji Rêber Apo peyama ji bo Komînal: Divê bibe hêza ku rêgeha dema nû diyar dike." -
Yuksel Mûtlû: Madimak hîn jî ne 'Muzeya Şermê' ye
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû diyar kir ku li gel têkoşînan civaka Elewî û rêxistinên civakî yên sivîl jî Otela Madimakê hîn nebûye 'Muzeya Şermê'. -
Alî Çagan ê ji Madimakê 'bi saxî derket': Min ji saxmayina xwe şerm kir
Alî Çagan ku 2'ê Tîrmehê li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û dû de şahidî ji gotinên dawî yên Hasret Gultekîn û wan kêliyên ku mirovahî bêdeng bû re kir, li ser rûbirûbûna civakî, lêgerîna edaletê û "bêdengiya mirinê" axivî. -
ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan Gulnur Saydam hat binçavkirin
Nûçegîhana Rojnameya Cumhuriyet Gulnur Saydam ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê, “Welatî di nav êrîşan de têkoşîna jiyanê didin: Gelo navnîşana nû ya çeteyan semta Gokturk a Stenbolê ye?” hat binçavkirin.