ROJANE
Hemû Nûçe
-
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû
TEV-ÇAND'ê işaret bi dostaniya Kadîr Înanir a bi gelê Kurd re kir û got, "Di tevahiya jiyana xwe de xwedî sekneke humanîst, demokrat û aştiyane bû." -
Prof. Aslan: Aştî tespîta maliyetên sosyolojik û hevrûbûneke bi kok divê
Prof. Dr. Şukru Aslan ragihand ku rewşa bêbaweriyê ya pêvajoyê û lêgerîna aştiyê gihîştine hev û got, "Ji bo aştiyê pêwîstî bi tespîta maliyeta civakî û rûbirûbûneke bingehînî heye." -
Abbas Arakçî li Bexdayê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li Bexdayê ye. Arakçî wê di nava rojê de bi rayedarên Iraqî re hin hevdîtinan bike. -
Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye
Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin Abdullah Zeydan anî ziman ku demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye û got, divê dawî li kiryara qeyûm bê anîn. -
ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Mitînga Mêrsînê de axivî û got: “Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be.” -
Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe
Endamê Sekreteriya Îmraliyê Çetîn Arkaş di mîtînga Mersînê de axivî û diyar kir ku 45 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin çênebûne û got, "Divê Rêber Apo demildest azad bibe.” Arkaş wiha bang kir: “Bi qanûnên poşmaniyê neyên pêşberî me.” -
Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye
Bi hezaran kes tevlî mitînga ku bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad re ber bi civaka demokratîk” li Mêrsînê hat lidarxistin bûn. Di mitîngê de hunermend Kadîr Înanir ku jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn. -
Gelê Çûkûrovayê ji bo 'Mitînga Azadiyê' ber bi Mersînê ve bi rê ketin
Gelê Çûkûrovayê ji bo beşdarî mîtînga bi daxwaziya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin bibin ber bi Mersînê ve bi rê ketin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn ku ji aliyê leşkeran ve di bin çavan de hate windakirin. -
Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze
Li Enqereyê ji bo rojnamevan Bayram Balci yê jiyana xwe ji dest da, merasîma cenaze hate lidarxistin. Di merasîmê de ji bo mezinkirina têkoşîna heqîqetê peyam hatin dayîn. -
Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî yên ku li Parêzgeha Navendî ya Îranê, di dema xwepêşandanên meha Çileyê de hatibûn girtin; li dijî cezayên giran, êşkenceyê û binpêkirina mafê darizandina adil, li Girtîgeha Saweyê çalakiya greva birçîbûnê ya komî dan destpêkirin. -
Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir
Kadîr Înanir hunermendek bû ku di dîroka aloz û siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de, bê tirs sînorên ku ji hêla siyaseta serdest ve hatine xêzkirin derbas kir û ji bo îradeya gelan a ji bo jiyana bi hev re jiyan da. -
Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin
Ji Karwanê Dayikan Tanja ya ku ji bo li Ewropa û Cîhanê têkoşîna mafên jinan mezin bikin û li dijî şer, milîtarîzm û çekdarbûnê dengê xwe bilind bikin derketin rê got, "Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin.” -
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bernameya cenazeyê yê Kadîr Înanir diyar bû
Ji bo Kadîr Înanir ê ku jiyana xwe ji dest da, wê 28’ê Hezîranê di saet 13:00’an de li Dîka Muhsîn Ertugrul a Harbiyeyê merasîma bîranînê were lidarxistin. -
Hunermend Serhedo hat binçavkirin
Repbêj Serhedo yê ku ji bo Mitînga Azadiyê derkeve li ser dikê hatiye Amedê, hat binçavkirin. -
Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da
Hunermendê sînemayê Kadîr Înanir ê ku demek dirêj bi nexweşiyên giran re têdikoşiya, jiyana xwe ji dest da. -
Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin
Çalakiya nobetê ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê xwestin li navçeya Gimgim a Mûşê bê kirin, ket roja 55’an. Şêniyên gundê Tatanê nobetê dewr girtin. -
Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin
Derbarê Selman Çîçek û Hulya Baytur de ji ber abonetiya kovara Modernetiya Demokratîk û dayîna heqê abonetiyê ji bo hesaba kovarê, lêpirsîn hat destpêkirin. -
M. Nurî Avras û Seyfettîn Xelef ên li Tetwanê şehîd bûn, hatin bîranîn
Gerîlayên PKK’ê M. Nurî Avras (Şahîn) û Seyfettîn Xelef (Birîn) ên ku 26’ê Hezîrana 1996’an li navçeya Tetwan a Bedlîsê di şer de şehîd bûn, di salvegera şehadeta xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn. -
Cenazeyê Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin
Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku li nexweşxaneya Belçîkayê jiyana xwe ji dest da, wê 27’ê Hezîranê roja şemiyê li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê were veşartin. -
Di Roja Piştgiriya bi Mexdûrên Êşkenceyê re banga hevpar hate kirin
Bi wesîleya 26'ê Hezîranê Roja Piştgiriya bi Mexdûrên Êşkenceyê re li Enqere, Amed, Dersim, Edene, Hatay û Mersînê rêxistinên mafên mirovan daxuyanî dan û westin, dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bê anîn. -
ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin
Cenazeyê kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku jiyana xwe ji dest da wê di 27’ê Hezîranê de li Enqereyê bê veşartin.