ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di operasyona navend Enqereyê de 64 kes hatin girtin
Beriya civîna NATOyê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin 69 kes hatin girtin. Îfadeya binçavkirinên ku îro derxistin edliyeyê berdewam dike. -
Baroya Colemêrgê: Di binçavkirin û girtinê de êşkence li du kesan kirin
Baroya Colemêrgê ragihand ku Salah û Resul Bimarî yên ku li navçeya Şemzînanê hatin binçavkirin û girtin, rastî êşkeneya fîzîkî û zayendî hatine û muameleya xirap li girtîgehê jî dewam dike. -
Zêdeyî 75 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin
Beriya civîna NATO’yê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin û ji kesên hatinê binçavkirin 75 kes piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Nivîskar Şivan Zeren hate berdan
Nivîskar Şivan ku ji ber tasa bi wêneyê Arîn Mîrxan pê re bû hate binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê hate berdan. -
Turkay: Kovara Jiyana Ekolojîk ku weke hinceta girtina min hat nîşandan, derbasî girtîgehê bû!
Hevserokê berê yê HDP’ê ya navçeya Kadikoyê Koray Turkan, ku bi hinceta belavkirina kovara Jiyana Ekolojîk dubare daxwaza girtina wî tê kirin got, “Kovara ku ji bo girtina min weke hincet hat nîşandan bêpirsgirêk û astengî derbasî girtîgehê bû.” -
'Bikaranîna narkotîkê bi zanebûn li Kurdistanê tê belavkirin'
Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku torên narkotîk, fûhûş û qumarê yên li Kurdistanê zêde bûne parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e û got, divê têkoşîn bê mezinkirin. -
Du şaredar hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsînên têkildarî şaredariyên CHP'yî de Şaredarê BaLçovayê Onûr Yîgît û Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetîşkîn hatin binçavkirin. -
Nehîr Sevîm: Desthilatdariya siyasî ditirse ku têkiliya wê ya bi emperyalîzmê re bê eşkerekirin
Endamê Komîteya Navendî ya EHP'ê Nehîr Sevîm nerazîbûn nîşanî operasyonên li hemberî sosyalîstan da û got, "Desthilatdariya siyasî ji eşkerebûna têkiliya wê ya bi emperyalîzmê ditirse." -
Gulîz Kaya: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin
Ji Komîteya Amadekar Gulîz Kaya ji bo mîtînga 'Civaka demokratîk ji bo azadiyê" banga tevlîbûnê kir û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e. -
ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li ser girtiyê nexweş ê ji Rojava lêgerînê ferz kirin û gef xwarin
Girtiyê ji Rojavayê Kurdistanê Mecîd Hemo ê ku 28 sal in girtî ye, li Girtîgeha Maltepeyê lêgerîn li ser wî ferzkirin û gef lê xwarin. -
Rêxistinên mafan têkildarî êrîşên GES’ê yên li Pirxûsê rapor pêşkêş kir
Rêxistinên mafên mirovan, li ser mudaxeleya leşkeran a li dijî gelê bajarokê Pirxûsê ya navçeya Xelatê ku li dijî projeya GES’ê derdiketin, rapor amade kir. -
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Parêzvana mafên mirovan a Belûc Mehrang Belûc û sê aktîvîstên Belûc bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatin cezakirin. -
Li Enqereyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê
Beriya Civîna Bilind a NATO'yê li Enqereyê li dijî DAÎŞ'ê operasyonek hate kirin. Di operasyonê de şer qewimî, kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe
Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Mûrat Kalmaz diyar kir ku ji bo Rêber Apo di nava şert û mercên azad de bixebite dê di 27-28’ê Hezîranê de ‘Mitîngên Azadiyê’ werin lidarxistin got ku divê ji her beşên civakê tevlîbûneke xurt çêbibe. -
YRD: Bayram Balci nûnerê têkoşîna heqîqetê ya 35 salan bû
YRD’ê diyar kir ku rojnamevan Balci 35 salan tevî zext, binçavkirin, êşkence û girtina rojnameyan jî li pey heqîqetê meşiya û destnîşan kir ku wê têkoşîna heqîqetê dewam bikin. -
Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê lê xurt bû, îro li hember çetebûnê têkoşîn tê dayîn. Hema hema li seranserê Bagcilarê torên çeteyan hewl didin serweriya xwe ava bikin. -
Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat
Ji Tevgera Çandê ya Laz Îrfan Aleksiva destnîaşn kir ku çareseriya meseleya Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesên pêwîstiya xwe bi demokrasiyê heye girîng e û got, "Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat." -
Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin
Rojnamevan Alî Bayramoglû anî ziman ku krîzên li nava CHP'ê muxalefet lawaz kiriye û got, di meseleya Kurd de jî ew nehatine ber qutbûna pêvajoyê. -
'Ji bo aştiyê îrade divê, ya ku bi aliyê Tirk re nîne ev e!'
Parlamentera Swîsreyî Rielle anî ziman ku nêzîkatiya desthilatdariya ya li pêvajoyê cihê fikaran e û got, "Ji bo Ocalan karibe bi rola xwe rabe pêwîstî bi statuya qanûnî heye. Li holê kêmaniya îradeyê heye. Erdogan divê diyaloga bi Ocalan re qebûl bike." -
ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bayindir: Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînên gel ên li Erdîşê de bal kişand ser dîroka qedîm û pêvajoya aştiyê û got: “Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye. Ev mafdarî bi saya birêz Abdullah Ocalan e.” -
Demîrtaş daxwaza Kiliçdaroglû ya ji bo hevdîtinê red kir
Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş ê li girtîgeha Edîrneyê dîl tê girtin, daxwaza Kemal Kiliçdaroglû ya ji bo hevdîtinê red kir. -
Tulay Hatîmogûllari: Bi gotinan pêvajo nameşe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Ji niha û pê ve pêvajo bi gotinên ji nêta baş nameşe" û ji bo qanûna çarçoveyê jî got, "Bendewariya me zelal e. Ev pêvajo divê derbasî meha Tîrmehê nebe." -
Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re
Konseya Rêveber a KNK’ê, beriya civîna serokên NATO’yê ya ku di meha Tîrmehê de li Enqereyê bê lidar xistin nameyek vekirî şand û got, “Piştgiriyê bidin şertên pêwîst ji bo pêvajoyeke aştiyê ya cidî û serketî.”