ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li dijî Şaredariya Beylîkduzuyê lêpirsîn: Li 3 bajaran 27 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Beylîkduzu ya Stenbolê de 27 kes hatin binçavkirin. -
Şaredarê Sîlîvrî û 9 kes hatin girtin
Şaredarê Sîlîvrî yê CHP'yî Bora Balcioglû jî di nav de 10 kes hatin girtin. 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Hêlîn Umît: Ji bo pêvajo bi lez bimeşe divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin
"Eger weke ku Erdogan got wê lez ji pêvajoyê re bê dayin, weke ku Bahçelî got wê bibe Sedsala Tirkiyeyê, hingî divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin, ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Divê karibe weke muzakerevanê sereke yê pêvajoyê bixebite." -
ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand
Şandeya Koma Çep a Yekbûyî ya Ewropayê di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Enqereyê de bi partiyên siyasî, sendîkayên karkeran û rêxistinên civaka sivîl re civiya. -
Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî pêşwazî kir. Di hevdîtinê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêrîn hatin parvekirin. -
Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir
Heyeta (UEL) li Enqereyê bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk hate gotûbêjkirin. -
Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye
Heyeta Koma Çep a yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di danûstandinên xwe yên li Enqereyê de destnîşan kir ku bicihanîna biryara 'mafê hêviyê' ya DMME'yê mecbûriyeteke hiqûqî ye. -
Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî
Parêzerên girtî Mûrat Yalçin ku li êşkenceya tazî ya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê rast hat, giliyê wezîfedaran kirin. -
Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsyarê Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu bi wesîleya salvegera qetlîama li hemberî Suryaniyan, banga hevrûbûn û edaletê li dewleta Tirk kir. -
DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê bi boneya 56’emîn salvegera Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16’ê Hezîrana 1970’yan banga ‘’yekbûn û mezinkirina têkoşînê’’ kir. -
ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin
Di encamnameya Konferansa "Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê" de îşaret bi demokratîkbûn, aştî, hemwelatîbûna wekhev û rêxistinbûna civakî hate kirin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar ji bo hemû aliyên demokratîk hat kirin. -
Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin
Di rûniştina dawî ya “Konferansa Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Komara Demokratîk a Komarê” de, hate destnîşankirin ku divê komara demokratîk li ser bingeha wekeheviya civakî û azadiyê ji nû ve bê avakirin. -
Di konferansê de ekolojî, demokrasiya herêmî û newekhevî hatin nîqaşkirin
Di rûniştina, “Di bin heman ezmanê de: Piştevanî, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar” a konferansa li Stenbolê de, rayeyên rêveberiyên herêmî, hilweşîna ekolojîk, têkiliya ked-ekolojî û newekheviyên herêmî yên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin. -
Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike
Şandeya Koma Çep a Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), derbarê statuya qanûnî ya Rêber Apo, “mafê hêviyê” û pêvajoya heyî, li Enqereyê hevdîtanan bike. -
Endamên Malbata Şenyaşar di 8’emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn
Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî yên ku di sala 2018’an de li Pirsûsê di encama êrişa endamên AKP'ê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bîranîn. -
GOÇ-DER: Divê pirsgirêkên mexdûran bên çareserkirin
GOÇ-DER'ê di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de li gundê Bîrikê daxuyanî da û got, ji bo aştiya mayînde divê hevrûbûna bi êşên berê pêk were, edalet pêk were û pirsgirêkên mexdûrên koçberiya bi zorê bên çareserkirin. -
Konferansa Stenbolê: Berdana girtiyên siyasî wê reza civakî zêde bike
Akademîsyen û siyasetmedarên li konferansa li Stenbolê axivîn, destnîşan kirin ku aştiya mayinde bi tevlîbûna civakî û demokratîkbûnê dibe. -
Ahmet Turk di konferansê de axivî: Pirsgirêka Kurd ez im
Di konferansa “Di sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê’ ya ku li Stenbolê tê lidarxistin de, Ahmet Turk li ser pirsgirêka Kurd axivî û got, “Nasnameya min tune ye. Zimanê min tune ye. Gelê min tê înkarkirin. Ji ber vê pirsgirêka Kurd ez im.” -
Konferansa Stenbolê: 'Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?'
Endamê Heyeta Îmraliyê Ozgur Erol li konferansa "Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê" axivî û anî ziman ku divê Qanûna Aştiyê bê derxistin. Erol got, "Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?" -
Li Şemzînanê çawişekî pispor ji heman malbatê 4 kes qetil kir
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, çawişekî pispor êriş bir ser jin a ku jê cihê dibû û malbata wê. Di encamê de 4 kes ji heman malbatê qetil kir, kesek jî bi giranî birîndar kir. -
Lîstikvan Erten: Divê hunermend ji bo avabûna demokratîk têbikoşin
Lîstikvan û derhêner Yucel Erten, anî ziman ku divê hunermend ji bo avabûna demokratîk têbikoş in û peyama "Aştî û demokrasiya tam" da. Erten, diyar kir ku bidawîbûna şer bi tena serê xwe têrê nake û got, divê desthilatdarî gavên cihê baweriyê biavêje. -
'Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd wê hêza Tirkiyeyê ya li polîtîkaya derve zêde bike'
Siyasetmedarê Qibrisî Mehmet Hasguler diyar kir ku çareseriya meseleya Kurd a bi rêya aştiyane, tevlîbûna demokrkatîk û rewabûna civakî dikare hêza Tirkiyeyê ya li polîtîkaya derve xurtir bike. -
ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.