ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ilias Panchard: Ocalan ji bo Kurdan Mandela ye; bêyî azadiya wî çareserî nabe
Siyasetmedarê Swîsreyî Ilias Panchard anî ziman ku helwesta dewleta Tirk a li pêşberî pêvajoyê nayê qebûlkirin û got, "Ocalan Mandela yê Kurdan e. Bêyî azadiya wî çareserî nabe." -
ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tundiya polîsan vê carê li Mêrsînê rûda
Dîmenê ku polîsên Tirk li navçeya Yenişehir a Mersînê êşkence bi kesê bi navê A.Y. dikirin derket holê. -
PE’yê rapora Tirkiyeyê qebûl kir: 'Bi lez ber bi modela otorîter ve diçe'
Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora salane ya li ser Tirkiyeyê bi 381 dengan qebûl kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di demeke ku polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê (YE) berfireh dibe de Tirkiye ji ber kêmbûna reformên demokratîk vê firsendê baş nenirxand. -
Tulay Hatîmogullari di çarçoveya ‘pêvajoyê’ de serdana Girtîgeha Sîncanê kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, serdana girtiyên li Girtîgeha Sîncanê kir. -
Kekê Murat Karayilan, Mehmet Emîn Karayilan jiyana xwe ji dest da
Mehmet Emîn Karayilan ku kekê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan e, jiyana xwe ji dest da. -
Sema Yuce di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn
Sema Yuce ya ku li Girtîgeha Çanakkale ji bo protestokirina zextên li ser gelê Kurd bedena xwe da ber agir, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 46’an de ye
Li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê, di roja 46’an de didome. Îro niştecihên gundê Şorik nobet dewr girtin. -
Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bîranîn
Denîz Poyraz ku di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Li Stenbolê ji bo şehîda YPJ'ê Kînda Brûsk taziye hate danîn
Ji bo şervana YPJ'ê Kînda Brûsk ku li Dêrazorê meha Çileyê di êrişan de şehîd bû, li Esenler a Stenbolê taziye hate danîn. -
Serokê Baroya Denîzliyê jî di nav de 12 parêzer hatin binçavkirin
Serokê Baroya Denîzliyê Ûfûk Kok jî di nav de 12 parêzer hatin binçavkirin. -
Karkerên çandiniyê qeza kir: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li Karamanê wesayîta karkerên çandiniyê qulibî û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn. -
Agin: Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî û sekuler ên bingehîn pisûlaya dema nû ye
Omer Agin lihevkirinên taktîkî yên navbera DYE-Îranê, rîsk û firsendên vê hevsengiyê ji bo Kurdan nirxand û got, "Aştiya mayinde bi lihevkirina demkî ya hêzan pêk nayê. Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî yên bingehîn pisûlaya dema nû ye." -
Guldîken: Li dijî narkotîkê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye
Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken anî ziman ku bikaranîna madeyê veguheriye gefeke civakî ya cidî û got, ji bo çareseriya pirsgirêkê divê têkoşîneke berfireh û hevpar bê meşandin. -
Şêniyên Amedê hişyarî dan: Dest ji taktîka mijûlkirinê berdin
Şêniyên Amedê diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şensek ji bo hemû gelan e û hişyarî dan ku desthilatdarî divê di mijara gavên qanûnî de dest ji taktîka mijûlkirinê berde. -
Feleknas Ûca: Mafê Hêviyê êdî nabe bê taloqkirin
Siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca anî ziman ku bicihanîna 'Mafê Hêviyê' berpirsyariyeke hiqûqî ye û got, "Divê welat û saziyên Yekîtiya Ewropayê êdî bi berpirsyariyê rabin. Mafê Hêviyê nabe bê taloqkirin. Nêzîkatiya li vê nêzîkatiya li meseleya Kurd e." -
ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Eskîşehîrê 6 xwendekar hatin girtin
Li Eskîşehîrê li hemberî xwendekarên sosyalîst operasyona binçavkirinê hat lidarxistin û 9 xwendekar hatin binçavkirin. -
Heyeta Îmraliyê bi Kûrtûlmûş re rûnişt: Qanûna Çarçoveyê divê tavilê bê derxistin
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinek pêk anî. Hate ragihandin ku ji aliyê avêtina gavên şênber ên têkildarî Qanûna Çarçoveyê ve ew hemfikir in. -
Bernameya 'Mîtîngên Azadiyê' diyar bû
Bernameya "Mîtîngên Azadiyê" hate eşkerekirin ku wê bi daxwaza azadiya Rêber Apo di 27-28'ê Hezîranê de li Amed, Stenbol, Wan û Mersînê bêne lidarxistin. -
Heyeta Îmraliyê bi Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin. -
Li Stenbolê ji DEM Partiyê banga ji bo 'Mîtînga Azadiyê'
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo 'Mîtînga Azadiyê' ya ku 28'ê Hezîranê li Qada Bagcilar a Stenbolê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
Serlêdanên ji bo 33’yemîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên Rojnamevaniyê destpê kirin
Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên Rojnamevaniyê yên ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ve tên amadekirin, destpê kirin. -
Mazlûm Ebdî wê îro bi Barrack û Barzanî re hevdîtinê bike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî wê îro li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê Sûriyeyê Tomo Barrack û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re bicive. -
Di lêpirsîna têkildarî şaredariya Antalyayê de 10 kes hatin binçavkirin
Di lêpirsîneke têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de 10 kes hatin binçavkirin.