Agin: Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî û sekuler ên bingehîn pisûlaya dema nû ye

Omer Agin lihevkirinên taktîkî yên navbera DYE-Îranê, rîsk û firsendên vê hevsengiyê ji bo Kurdan nirxand û got, "Aştiya mayinde bi lihevkirina demkî ya hêzan pêk nayê. Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî yên bingehîn pisûlaya dema nû ye."

OMER AGIN

Endamê berê yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP MK) Omer Agin hevsengiyên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn jinûve têne avakirin nirxand û anî ziman ku têkiliyên navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îran û Îsraîlê lihevkirineke mayinde neafirîne, li şûna vê yekê li ser hevsengiyên guherîner û taktîkî têne meşandin. Agin destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de Tevgera Kurd hem bi daneheviya xwe ya dîrokî hem jî ji ber pozîsyona xwe ya siyasî di hevsengiya herêmî de xwedî roleke girîng e.

LIHEVKIRINA DYE-ÎRAN Û ÎSRAÎL

Agin ragihand ku atmosfereke aştiyane û demokratîk a mayinde ku bi dilê her kesî be, bi lihevkirina hêzên serwer, yan jî bi peymanên demkî yên bi hev re kirine pêk nayê û got, "Herdu alî jî (çi aliyê Emerîka û Îsraîl, çi jî aliyê Îranê) li gorî taybetmendiya serdema antî demokratîk li berjewendiyên xwe yên çînî û desthilatdariyê difikirin, ji bilî xwe ji bo ti gelî yan jî nirxî tênakoşin, di nava lêgerîna maf û hiqûqê de nîne. Dixwazin rewşa heyî bi temamî li gorî hevsengiyên polîtîk bi kar bînin.

Belê, car carna bi hin gelan an jî mirovên têkoşer re 'lihev' dikin. Lê belê ev lihevkirin stratejîk nîne, lihevkirineke taktîkî ye. Divê ev yek baş bê dîtin. Ji ber ku hêzên alîgirê ked, demokrasî, azadî, hilberînê û hêzên xwedî îdeolojiyên tarî, zordar, talanker û mêtinger nepêkan e ku lihevkirineke mayinde bikin. Ev yek li dijî xwezaya diyalektîkê û xwezaya madeyê ye.

Niha li Rojhilata Navîn şer dewam dike. Ev şer ne di navbera hêzên demokrasiyê (yanî gelê Kurd û dostên wan) û hêzên din ên mêtinger de ye; di heman demê de pêvajoyeke welê ye ku komên cuda yên berjewendiyan di nava xwe de bi hev ketine."

Agin diyar kir ku li hemberî vê yekê divê avaniyên demokratîk cûreyên têkoşîn û rêxistinbûnê biafirînin û got, di heman demê de pêwîstî bi aqlekî welê heye ku ji her kesên dixwazin bigihêjin demokrasî, hiqûq, entegrasyona bi dewletê re, entegrasyona demokratîk bibe alîkar.

'KURD XWEDÎ REWŞEKE LAÎK A JI BINGEHÊ VE YE'

Agin ragihand ku dema li têkoşîna Kurdan, serdemên di nav de derbas bûye, danehevî û veguherîna li erdnîgariya xwe pêk aniye dinihêrin, dibinînin ku xwedî gelek derfetên cuda û mezin e, xwedî bingehekê ne û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Ev çi ne? Beriya her tiştî Kurd xwedî rewşeke laîk in ku ji bingehê ve tê. Yanî li gelek welatên Ewropayê laîktiya demokratîk heye, em bi vê zanin; bi giranî bi şoreşa bûrjûva re, bi Şoreşa Fransayê re ava bû. Lê belê Kurdan di pêvajoya dîrokî de her tim bi vê rewşa laîktiyê hatin, di heman demê de sekuler in.

Ev çima bû, çawa bû? Beriya her tiştî Kurd ji aliyê baweriyê ve xwedî baweriyeke pirreng e. Dualîstên ji Zerduştiyê hatin, yanî baweriyeke wellê ye ku hem ji xwezayê bawer dike, hem jî rewşeke derûnî û psîkolojîk a ji bo guhertina awarte  ye. Ev bawerî ji piraniya gelên Rojhilata Navîn re bû çavkanî, rê li ber wan xist. Hema bibêje hemû olên ji yek Xwedayî bawer dikin, ji Zerduştiyê destpê kirin. Lewma di xwezaya Kurdan de laîktiyeke dîrokî heye û ev yek destketiyeke gelekî mezin e."

Agin got, "Mijara duyemîn a gelekî girîng jî zimanê Kurdan e. Zimanê Kurdî di nava pêvajoya dîrokî de ava bû û di demên cuda de veguherî encameke giştî ya zimanan. Eger em bi gotinên îro biaxivin, zimanê Kurdî ji gelek zaravayan pêk tê: Kurmancî, Soranî, Lorî, yanî gelek cihêrengî hene. Ev avanî bi serê xwe pirrengî ye, taybetmendiyeke xwezayî ye ku divê her kes hevdu qebûl bike. Ev rewş yek ji wan faktorên gelekî girîng e ku Kurdan di nava pêvajoya dîrokî de afirandine.

Di dîroka nêz de dibe ku Kurd 100 sal in nebû be dewletek. Handîkapa herî mezin a nebûna dewletê ev bû: Ji ber ku nekarîn xwe bigihînin mîsyonên netewe-dewletê nirx, agahî û çanda neteweyî bi rengê sazûmanî nekarîn tam bi pêş bixînin. Ev rast e. Lê belê dema ku mirov li rûyê din ê madalyonê binihêrin, nebûn hevparê wan rûpelên tarî yên netewe dewletan ku yekperest e. Yanî li çi bifikirin bi paqijî lê difikirin û bi vî rengî li paşerojê dinihêrin. Bi dîtina min pparadîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser van çavkaniyên pak û dîrokî ava bû."

DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE SERDEMA NÛ

Omer Agin işaret bi girîngiya têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelê Kurd kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bingehê ve tê meşandin û got, "Ev qonax êdî ew qonax e. Hem ji bo çareseriya bi hiqûqî û qanûnî ya xwe dispêre qanûnên demokratîk û azad ku Birêz Ocalan destnîşan kir, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên demokratîk ên pirsgirêka Kurd û gelên din, divê ev yek baş bê nirxandin. Bi dîtina min Birêz Ocalan tişta dixwaze di vê mijarê de dibêje, her wiha zêde jî dike. Ev dem dema gel e, dema gelan e. Rêbazên demokratîk û aştiyane bi rêbazên berê, bi kar û hewldanên berê nameşe. Di vê demê de divê rêbazên têkoşîna demokratîk a nû û şêweyên rêxistinbûna demokratîk bêne afirandin."