Karkerên çandiniyê qeza kir: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Karamanê wesayîta karkerên çandiniyê qulibî û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Kizik ê girêdayî Karamanê wesayîta bi plakaya 63 EA 265 a di bin îdareya M.İ. de, qulibî newalê. Bi alîkariya kesên derdor, dayik, bav û 2 zarokên di wesayîtê de hatin rizgarkirin. Lê belê zarokên din ên di wesayîtê de asê man Mehmet Mustafa Îzol (4), Ramazan Îzol (12) û Mehmet Sînan Îzol (5) jiyana xwe ji dest dan.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karamanê.