BI DÎMEN

Guldîken: Li dijî narkotîkê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye

Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken anî ziman ku bikaranîna madeyê veguheriye gefeke civakî ya cidî û got, ji bo çareseriya pirsgirêkê divê têkoşîneke berfireh û hevpar bê meşandin.

ŞIYAR GULDÎKEN

Li navçeya Erxenî ya Amedê bikaranîna madeyên narkotîkê di nava ciwan û zarokan de gihîştiye asteke alarmê. Li gorî çavdêrî û nirxandinên li navçeyê hatin kirin, di nava zarokên navbera 9 û 17 salî de her yek ji pênc zarokan madey^ne narkotîkê bi kar tînin. Ev yek li nava malbatan bûye cihê metirsiyeke cidî. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Guldîken bi bîr xist ku bikaranîna madeyên hişbirinê li Kurdistanê di salên dawî de gelekî zêde bûye û got, "Li hin taxan, em hîn bûn ku her yek ji heft ciwanên madeyên narkotîkê bi kar tînin, bêpere van madeyann peyda dikin. Ev yek ji bo me rewşeke gelekî cidî ye. Ji ber ku ev encam nîşan dide ku bikaranîna ne tenê belav bûye, di heman demê de peydakirina wê hatiye hêsankirin. Gelek fikar hene ku hin mekanîzma hene ku vê rewşê ji nedîtî ve tên û peydakirina madeyên narkotîkê hêsan dikin."

Hevşaredar Guldîken ragihand ku weke rêveberiyên xwecihî ji bo ciwanan û zarokan hin karan dikin û got, "Lê belê ji ber ku êriş bi rêk û pêk e, divê têkoşîn jî bi rêk û pêk be. Lewma em Navenda Şêwirmendî û Têkoşîna li dijî Girêdana bi Madeyan ava dikin. Li Amedê li nava hemû şaredariyan biryar hate girtin ku navendên bi vî rengî bêne avakirin. Li gel vê yekê nîqaş tê kirin ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de navendeke rehabîlîtasyon û tedawiyê bê avakirin. Ev karekî bi budçeyeke bilind û berfireh e. Divê bingeha wê bi xurtî bê avakirin. Me lez da karên xwe yên di vê mijarê de."

'DIVÊ HEMÛ DÎNAMÎKÊN CIVAKÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN'

Guldîken diyar kir ku gava herî girîng a ji bo pêşîgirtina li bikaranîna madeyên narkotîkê astengkirina peydakirina wê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Em çiqasî karibin peydakirina madeyên narkotîkê asteng bikin em ê ewqasî jî karibin vê pirsgirêkê kêm bikin. Ji ber ku dema kesek bi madeyê ve hate girêdan, hingî zehmet dibe ku ji wê madeyê rizgar bibe. Ji ber vê jî divê malbat û mirov hişyariyek di vê derbarê de zêde bikin. Şert e ku bi hemû saziyên dewletê û hemû dînamîkên civakê hewldaneke hevpar bê kirin.

Bi taybetî li hemberî kesên ku bazirganiya narkotîkê dikin divê helwesteke civakî bê nîşandan. Yên ku bazirganiya vî karî dikin divê werin teşhîrkirin. Divê civak li hemberî van kesan helwestê nîşan bidin. Ji ber ku êriş li ser ciwan û zarokan tê kirin ku paşeroja me ne. Narkotîk ne tenê bi xwe ve girê dide; di heman demê de dibe sedema fûhûş, dizî û sûcên din. Lewma divê bi rengekî hevgirtî nêzîkatî li meseleyê bê kirin."

'LI GORÎ PÊWÎSTIYÊN CIWANAN WÊ QADÊN NÛ BÊNE AVAKIRIN'

Guldîken ragihand ku rêveberiyên xwecihî ji bo pêwîstiyên ciwanan divê kar bikin û got, "Divê em li gorî vê çareseriyê hilberînin. Navendên ciwanan, navendên çandê, qadên ku em lê karibin kok û dîroka xwe hîn bibin, ji vî alî ve gelekî hêja ne. Ji bo fêhmkirina wan sedeman ku ciwan berê xwe didin madeyê, divê mercên civakî bi rengekî rast bêne nirxandin. Pêwîste hîn bêhtir bi zarokan re eleqedar bibin."