Tundiya polîsan vê carê li Mêrsînê rûda
Dîmenê ku polîsên Tirk li navçeya Yenişehir a Mersînê êşkence bi kesê bi navê A.Y. dikirin derket holê.
Dîmenê ku polîsên Tirk li navçeya Yenişehir a Mersînê êşkence bi kesê bi navê A.Y. dikirin derket holê.
Polîsên Tirk li ser rêya Alî Kaya ya taxa Menteş a navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê êşkence bi kesê bi navê A.Y. kirin. Dîmenê êşkenceya polîsan a ku di 14’ê Hezîranê de dora saet 19.30’an li N.Y. kirin li ser medyaya dîjîtal belav bû. Di dîmenan de hat dîtin ku polîs cilên A.Y. bi zorê ji wî kirin û polîsek gule bera hewayê da û gef li A.Y. xwar.
Li gorî agahiyan, A.Y. piştî bûyerê giliyê polîsan kir.
Hat ragihandin ku piştî dîmen li ser medyaya dîjîtal belav bû, Serdozgeriya Komarê ya Mersînê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.