ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di konferansê de ‘Pêşerojeke çawa?’ hate nîqaşkirin
Kesên ku di foruma ‘Komara kî, Pêşerojeke Çawa?’ ya di çarçoveya konferansê hate lidarxistin de axivîn, bal kişandin ser avakirina komareke demokratîk û piralî. -
'Kurd hêmanê damezrîner in'
Di konferansa li Stenbolê jat lidarxistin de hat diyarkirin ku Kurd hem ji bo pêşeroja xwe û hem jî ji bo herêmê hêmanê damezrîner in; rola ku ew di veguherîna demokratîk a welatên ku lê dijîn de dilîzin pir girîng e. -
Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk ji bo Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye
Veysî Aktaş diyar kir ku entegrasyona demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye û got, “Ev pêvajo ne asîmîlasyon e, ne jî temsîliyete; li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev avakiya jiyana hevpar e.” -
'Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’
Konferansa li Stenbolê bi mijara ‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’ berdewam kir. -
Xizmên windayan li çar bajaran çalakî lidar xistin
Xizmên Windayan û ÎHD’ê, li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn. -
Girtiyên nexweş Yavuz û Koçak bila bên berdan
Li Enqere û Stenbolê banga berdana girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Okay Koçak hate kirin. -
‘Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye’
Di konferansa li Stenbolê de rûniştina yekem destpê kir. -
Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev ku piştî darbeya 1980’an hate darvekirin û cenazeyê wî radestî malbatê nehat kirin. -
Ozel, Davutoglu û Babacan ji konferansê re peyam şandin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî ji konferansa li Stenbolê re peyam şandin. -
Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî ji konferansê re peyam şandin û gotin, “Daxwaza me ew e ku komar di sedsala xwe ya duyemîn de ne tekparêz lê pirdeng, ne derveker lê hemêzker, ne ewlekariyê lê azadiyê esas bigire.” -
Sonmez: Em di aştiyê de israr dikin
Serokê PEN’a Navneteweyî Burhan Sonmez peyam ji konfransa li Stenbolê re şand û di peyama xwe de destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê bi hev re têkildar e. -
‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ destpê kir
Li Stenbolê Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” a ku dê du rojan berdewam bike, destpê kir. Gultan Kişanak û Riza Turmen axaftina vekirinê ya konferansê kirin. -
DBP wê bi gel re bicive
DBP wê bi şîara “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” ji 16’ê Hezîranê û şûnde ji bo mehekê bi gel re bicive. -
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
CENTCOM’ê ragihand ku li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatine xistin. -
Bîlmez: Divê Mafê Hêviyê di rêziknameyên qanûnî de cih bigire
Parêzerê Îbrahîm Bilmez, got ku biryara “Mafê Hêviyê” ya ku ji aliyê DMME’yê ve li ser Rêber Apo hatiye dayîn, tevî derbasbûna 12 salan jî hêj nehatiye bicih anîn. -
Niyaz Abdullah: Piştî Rojava navnîşana nû ya gefan Başûr e
Niyaz Abdullah diyar kir ku ji bo derbaskirina xitîma siyasî ya li Başûr, divê alî bi hişmendiya berpirsyariya neteweyî tevbigerin û anî ziman ku berovajî vê Herêma Kurdistanê li hemberî zextên Bexdayê û destwerdanên hêzên herêmî bikeve rewşekî hesastir. -
Koçak: Konseya Ewropayê bi tevahî bibe cihê nîqaşê
Ferat Koçak destnîşan kir ku prosedura binpêkirinê ya KE’yê divê ji bo doza “mafê hêviyê” jî were destpêkirin û Got, “Biryarên girêdayî avaniyeke ku bêyî bi ti cezayan re rûbirû bimîne ji nedîtî ve tên, ev yek Konseya Ewropayê bi tevahî bike cihê nÎqaşê." -
ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne
Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Edaletê da. -
Stranên wan ên di Newrozê de wekî sûc hatin dîtin
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, hunermend Şehmuz Temel û zaroka wê ya 15 salî ji ber stranên Kurd ku di Newrozê de gotin, ji bo îfadeyê hatin gazîkirin. -
Li Pirxûsê leşkeran êrîşî protestoya GES’ê kirin
Li bajarokê Pirxûs ê navçeya Xelat a Bedlîsê, leşkeran êrîşî çalakiya welatiyan a li dijî projeya Santrala Enerjiya Tavê (GES) kirin û gelek kesan binçav kirin. -
Rapora ÎHD û OHD: Di girtîgehên Edeneyê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene
Di rapora ÎHD û OHD’ê ya têkildarî girtîgehên Edeneyê de, hate diyarkirin ku ferzkirinên lêgerîna tazî, astengiyên ji bo mafê tenduristiyê, taloqkirinên înfazê, pêkanînên tecrîdê û sînordarkirinên ji bo peynivîsên Kurdî dewam dikin. -
Ji KE’yê biryara Demîrtaş û Yuksekdag: Divê demildest bên berdan
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara dawî ya têkildarî dosyaya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de, banga ji bo demildest berdana her du siyasetmedaran dubare kir. -
ÎSÎG: Di nava 13 salan de 862 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane
Li gorî raporên ÎSÎG'ê di Gulana 2026’an de herî kêm 212 karkeran ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di navbera salên 2013-2026’an de herî kêm 862 zarok dema li ser kar jiyana xwe ji dest dane. -
Piştî 32 salan hatin berdan: Em bi ciwantî hatin girtin, bi ciwantî jî derdikevin
Dîlek Oz û Sureyya Bûlût piştî ragirtina ji 32 salan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hatin berdan.