ÎSÎG: Di nava 13 salan de 862 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

Li gorî raporên ÎSÎG'ê di Gulana 2026’an de herî kêm 212 karkeran ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di navbera salên 2013-2026’an de herî kêm 862 zarok dema li ser kar jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) Rapora Cînayetên Kar a Gulana 2026’an weşand. Li gorî raporê, di meha Gulanê de herî kêm 212 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Di nava sedema mirina karkeran de qezayên trafîkê û serwîsê li gel rêjeyeke weke ji sedî 24’an di rêza yekemîn de cih girt. Mirinên ji ber krîza dil û xwînariya mejîyî weke ji sedî 14 û mirinên ji ber pelçiqîn û tepînkê jî weke ji sedî 16 hatin tomarkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku li gorî beşkaran mirin herî zêde di sektorên weke çandinî, daristanî, înşaet, barkêşî û xizmetên şaredariyê de pêk hatine. Hate îfadekirin ku di sektorên çandinî û daristaniyê de 48, di yên înşaet û çêkirina rêyan de 38, di ya barkêşiyê de 33, di yên şaredarî û giştî de 16 û di yên bazirganî û perwerdeyê de jî 11 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Hate destnîşankirin ku karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 13 jê jin in û 199 jî zilam in. Her wiha hate îfadekirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 7 karkerên zarok  16 karkerên penaber jî hene.

Meclîsa ÎSÎG’ê bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanî ‘’Rapora Cînayetên Karkerên Zarok’’ amade kir û li gel raya giştî parve kir.

Li gorî raporê, di navbera salên 2013- 2026’an de herî kêm 862 zarok dema li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Di nava sedemên mirina karkerên zarok de qezayên trafîk û serwîsê li gel rêjeyeke weke ji sed, 27’an di rêza yekemîn de cih girt. Her wiha ji sedî 16 xeniqîn û jehrîbûn û ji sedî 14 jî ji ber pelçiqîn û tepînkan pêk hatine.

Her wiha raporê de hate diyarkirin ku ji zarokên ku ji ber kar jiyana xwe ji dest dane herî kêm 100 ji wan penaber bûne.