ROJANE
Hemû Nûçe
-
ESP û SGDF'î hatin binçavkirin
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya li Amedê de 5 ESP û SGDF'î hatin binçavkirin. -
Nîlufer Koç: Em ji bo neteweya Kurd li Neteweyên Yekbûyî statuyê dixwazin
Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç diyar kir ku Kurd armanc dikin ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) weke ‘neteweyeke bêdewlet’ bên naskirin û statuya çavdêr bi dest bixin. -
Remzî Kartal: Daxwaza yekîtiyê ya gel di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal Civata Giştî ya 24'emîn a KNK'ê nirxand û got, li hemberî êrişên li ser Rojava daxwaza yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bilind bû, di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin. -
Şaredarê Sîlîvriyê û 16 kes hatin binçavkirin
Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balcioglû û 16 kes bi sûcdariya "nelirêtiyê" hatin binçavkirin. -
Prof. Kothari: Fikrên Abdullah Ocalan û Gandhi dişibin hev
Miloon Kothari bal kişand ser aliyên dişibin hev ên Rêber Apo-Gandhi û got, "Eger em karibin têkiliya navbera nêrînên gelê Kurd û fikrên van herdu lîderan xurt bikin, ev ê hem li nava gelê Hindistanê hem jî li nava gelê Kurd bersiveke xurt bibîne." -
ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da
Baran Koyun, kurê Omer Koyun ê ku li zindanê girtî ye di qezayeke trafîkê de dema ku ji serdana bavê xwe vedigeriya, jiyana xwe ji dest da. -
Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê
Aliyê Kemal Kiliçdaroglû bersiva ‘’Heya ku biryara tedbîrê hebe, nabe ku kongre were lidarxistin. Di Meclîsa Partiyê de 5 kes jî bimînin wê jiyan berdewam bike’’ da banga kongreyê ya piştî îstîfaya 28 endamên Meclîsa Partiyê hate kirin. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn
Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Gelekî girîng e ku 'mafê hêviyê' bi cih bê anîn. Ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê divê teqez mercên guncaw ji bo Birêz Ocalan bêne afirandin ku karibe di pêvajoya aştî û civaka demokratîk re bi rola xwe rabe." -
28 wekîlên CHP'ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin
Piştî ku Kemal Kiliçdaroglû bi biryara dadgehê ya "Bêhukmiya Teqez" li ser CHP'ê hate tayînkirin, 28 wekîlên li nava Meclîsa Partiyê îstifa kirin. Li gorî agahiyan, îstifa ji bo pêkhatina kongreya partiyê hate kirin. -
Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd
Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê, nijadperestan cara duyemîn êriş birin ser xwendekarên Kurd. -
Gulistan Koçyîgît: Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku muxatabê pêvajoya heyî Rêber Apo ye û destnîşan kir ku hem ji bo mafê hêviyê hem jî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê sererastkirinên hiqûqî bêyî derengxistinê bêne kirin. -
Nejdet Atalay: Mafê hêviyê mifteya çareseriyê ye
Nejdet Atalay anî ziman ku 'Mafê Hêviyê' ne tenê sererastkirineke hiqûqî ye, di heman demê de ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk mecbûriyetek e û bang li Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar kir ku bi berpirsyariyê rabin. -
ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî hate dayîn
Li Stenbolê rêxistinên pîşeyî û çapemeniyê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de daxwaza berdana xebatkarên ETHA’yê yên girtî hat kirin û dawî li ser zext û hedefgirtina rojnamevanan were. -
Di Konferansa Rêveberiyên Herêmî de biryarên girîng hatin wergirtin
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê encamnameya konferansa li Amedê eşkere kir û xwest, statuya Rêber Apo bê diyarkirin û qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêne derxistin. -
Di êrişa Pakistanê de li Efganistanê 11 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
Rêveberiya Talîbanê da zanîn ku di encama êrişên hewayî yên artêşa Pakistanê de yên li ser herêmên sînor ên rojhilatê Efganistanê, piraniya wan zarok 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. -
Encamnameya Civata Giştî ya 24'emîn a KNK'ê hate eşkerekirin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya 24’emîn civîna Civata Giştî ya xwe ragihand. Di encamnameyê de hate gotin, “Ji bo yekîtiya neteweyî ku karê me yê bingehîn e, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene.” -
Adalet Kaya: Nediyariya di pêvajoyê de pirsên civakî zêde dike
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya diyar kir ku nediyariya di pêvajoya aştiyê de pirsên civakî zêde dike û got, ji bo çareseriya mayînde divê temînatên hiqûqî werin avakirin û kanalên ragihandinê yên li Îmraliyê werin vekirin. -
Hişyar Ozsoy bang li Konseya Ewropayê kir: Ji bo mafê hêviyê bi berpirsyariyê rabin
Hişyar Ozsoy ragihand ku Konseya Ewropayê di mijara bicihanîna "Mafê Hêviyê" de divê hîn bêhtir bi berpirsyariyê rabe. -
'Eger qada siyaseta demokratîk tine be, yên ku çek danîne wê çawa bên?'
Yuksel Genç got, ji bo qanûna carekê bê derxistin divê mercên Tirkiyeyê yên ku ew qanûn lê bi bandor bibe bêne afirandin û bi nîşandana mînaka destwerdana li CHP'ê got, "Di rewşeke welê de ku qada siyaseta demokratîk tine ye, yên ku çek danîne wê çawa bên -
ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tulay Hatîmogûllari: Beriya Meclîs bikeve betlaneyê divê teqez qanûn bê derxistin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mijara pêvajoyê de got, "Em di kêliya biryardanê de ne" û destnîşan kir ku divê rol û asta Rêber Apo teqez bê pênasekirin. -
Di nava rojekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Kurdistan û Tirkiyeyê di kuştina kar de doh yek jê zarok 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 2 karker jî birîndar bûn. Karker li Stenbol, Agirî, Bûrsa û Kocaeliyê jiyana xwe ji dest dan. -
Du rojnanemevan hatin berdan, ceza li yekî hate birîn
Di doza rojnamevanan de, nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan beraet kirin û li rojnamevan Erdogan Alayûmat sal û 3 meh ceza hat birin.