Di êrişa Pakistanê de li Efganistanê 11 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin

Rêveberiya Talîbanê da zanîn ku di encama êrişên hewayî yên artêşa Pakistanê de yên li ser herêmên sînor ên rojhilatê Efganistanê, piraniya wan zarok 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Hikûmeta Talîbanê ya li Efganistanê ragihand ku artêşa Pakistanê şeva Sêşemê jîngehên sivîlan ên li bajarên Kunarî Host û Paktikayê bombebaran kirine.

Berdevkê hikûmeta Talîbanê Zabihullah Mucahîd li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da, diyar kir ku Pakistanê qada hewayî ya Efganistanê binpê kiriye û da zanîn ku di encama êrîşê de 11 zarok, jinek û pîremêrekê jiyana xwe ji dest dan. Berdevk her wiha diyar kir ku 14 jin û zarok jî birîndar bûne û wêneyên sivîlên hatine qetilkirin, parve kirin.

Mucahîd îfade kir ku qadên ku hatine hedefgirtin jîngehên sivîlan in û êrîş tên wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

LI HOST VE PAKTIAYÊ SIVÎL BÛN HEDEF

Rayedarekî bajarê Hostê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin daxuyaniyek da AFP’ê û diyar kir ku di encama êrîşeke hewayî ya li ser xaniyeke li navçeya Sperayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyeke herêmî jî ragihand ku di erîşeke li ser bajarê Paktikayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Pakistanê pirsên AFP’ê yên têkildarî mijarê nebersivandin û hê têkildarî êrîşan daxuyaniyeke fermî nedaye.

RAGEŞIYA LI SER XETA SÎNOR

Êrîşên dawîn, piştî aramiya li ser xeta sînor a Efganistan-Pakistanê pêk hatin. Şer û pevçûnên ku di mehên ewil ên salê yên navbera her du welatan de, di dawiya meha Sibatê de veguherîbûn şerekî eşkere û li ser xeta sînor bûbûn sedema windahiyên mezin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya meha Gulanê hate weşandin, bes di şer pevçûnên di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Adarê de herî kêm 372 sivîlên Efgan jiyana xwe ji dest dane.