ROJANE
Hemû Nûçe
-
Biryara girtina GOÇÎZDER'ê 'li gorî hiqûqê' hate dîtin
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ya ji bo girtina GOÇÎZDER'ê li gorî hiqûqê dît û erê kir. Parêzerên komeleyê biryar xist rojeva Dadgeha Bilind. -
Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin
Kalkan diyar kir ku ew bi rengekî stratejîk nêzî pêvajoyê dibin, weke tevger di mijara guherîn û veguherînê de bi biryar in û got, wê Tirkiyeyê ji aliyê demomkratîk ve biguherînin û yên li ber vê rabin jî dawiya dawî wê winda bikin. -
ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da
DEM Partiyê piştî êrîşa çekdarî ya li ser dibîstanekî navçeya Sêwereg a li Rihayê bertek nîşanî polîtîkayên ku hawirdora tundiyê diafirînin da. -
Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn
Dewleta Îranê, bi hinceta tevlîbûna xwepêşandanên protestoyî yên li welêt, cezayê darvekirinê li 5 endamên heman malbatê birî. -
Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Em heta dawiyê bi banga aştî û civaka demokratîk re ne. Xala me ya bingehîn e. Kî çi dibêje bila bibêje, em ê dest ji vê xalê bernedin." -
'Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne'
Platforma Jinan a Demokratîk a Navneteweyî hişyarî da ku girtiyên siyasî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne û ji bo ewlehiya girtiyên siyasî bang kir ku bi lez gav bê avêtin. -
Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê
Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalya Doşemealtiyê sê girtiyên di greva birçîbûnê de bi giranbûna rewşa wan a tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo bicihanîna daxwazên wan bang kir. -
FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi wesîleya cejna pîroz a Êzidiyan a Çarşema Sor daxuyaniyek dan, di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser êrîşên li ser baweriyan û banga piştevanî mafên wekhev kirin. -
Rojnamevan Hakki Boltan ji ber rexneya li Erdogan hate cezakirin
Rojnamevan û weşanger Hakki Boltan ji ber daxuyaniya xwe ya sala 2016'an bi îdîaya "Heqareta li Serokkomar" bi salek 2 meh û 17 rojan hate cezakirin. Hate ragihandin ku wê îtiraz li biryarê bê kirin. -
KCÊ-E: Çarşema Serê Nîsanê pîroz be!
KCÊ-E'yê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got, "Divê ji bo nasandin û parastina bawerî û çanda Êzdatiyê civaka me bi ruhê seferberiyê li erkê xwe xwedî derkeve û li ser bingeha civaka demokratik xwe bi rêxistin bike." -
DEM Partî: Komkujiya Enfalê navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê bi wesîleya salvegera komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rejîma Seddam ve hatî pêkanîn, daxuyanî da. -
Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 13 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku di lêpirsîna têkildarî windabûna Gulistan Dokû de kurê Waliyê Tûncelî yê berê jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin. -
ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li girtîgeha Êlihê îdiaya xwekuştinê
Hat îdiakirin ku Mehmet Çevîren ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Qubînê, xwe kuştiye. -
Îdiaya mudaxeleya bi zorê li girtiyên di greva birçîbûnê de
Rakirina 3 girtiyên ku di girtîgeha Antalyayê de di greva birçîbûnê de ne bo nexweşxaneyê, îdiayên mudaxeleya bi zorê anî rojevê. -
Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Iraqê kir ku bibe endamê ICC
Tora Hevpeymaniya Rêxistinên Kurdistanî û gelek rêxistinan bi daxuyaniyeke hevpar bang li Iraqê kirin ku lêborînê ji mexdûrên qirkirinê bixwaze û bibe endamê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC). -
DEM Partî: Tirkiye li ber biryardanê ye
Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê encamên civîna xwe ya li Enqereyê eşkere kir û diyar kir ku Tirkiye li ber biryardanê ye. DEM Partiyê destnîşan kir ku paşeroj di aştî û demokratîkbûnê de ye, ne di şer û zextê de ye. -
DEM Partiyê ji bo 1'ê Gulanê giştînameyek weşand
DEM Partiyê ji bo 1'ê Gulanê giştînameyek weşand, bal kişand ser ked, aştî û demokrasiyê, li dijî mêtingerî û zextê ji bo têkoşîna hevpar bang kir û 11 biryarên xwe eşkere kir. -
Keleş: Divê siyaseta Kurdî dîplomasiyeke xurt bimeşîne
Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş hevsengiyên nû yên ku piştî şerê li Rojhilata Navîn derketine holê axivî, bal kişand ser ‘kaosa kontrolkirî’ ya li herêmê û got ku divê di siyaseta Kurdî de têkoşîna çekdarî cihê xwe bide dîplomasiyeke xurt. -
Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da
Zeynep Cansiz a ku li Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. -
ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Civîna PM'a DEM Partiyê ya 5 rojî bi dawî bû
Di civînên ku ji aliyê lijneyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatin lidarxistin de; mijarên wekî pêvajoya aştiyê, geşedanên herêmî û amadekariyên 1’ê Gulanê hatin gotûbêjkirin. -
Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya
Li paytexta Belçîka Brukselê 32’yemîn civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hate lidarxistin. Di civînê de li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan nîqaş hatin kirin. -
Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin
Hat ragihandin ku Ûkranya û Rûsya agirbesta Cejna Paskalyayê bi hezaran car binpêkirine. Herdu alî hev bi êrîşên giran sûcdar dikin.