ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
Ji ber êrîşa çekdarî ya li Beşîktaş a Stenbolê, li Stenbol û Kocaeliyê bi ser malan de hate girtin û 5 kesên din jî hatin binçavkirin. -
Girtiyê 21 salan Hafzûllah Kaçmaz hate berdan
Hafzûllah Kaçmaz ku ji sala 2005'an û vir ve li girtîgehê ragirtî bû, ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hate berdan. Kaçmaz anî ziman ku azadî tenê bi azadiya Rêber Apo û hemû girtiyan dikare bi wate bibe. -
Osman Kiliç wê li Dortmundê bê bîranîn
Dîrektorê ANF'ê Osman Kiliç ku 12'ê Adara 2026'an li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da, wê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê bîranîn. -
Ji KCK'ê ji bo Yalçin Kuçuk peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo Yalçin Kuçuk ê ku jiyana xwe ji dest da peyamek weşand û ragihand ku Kuçuk yek ji entelektuelên girîng ên Tirkiyeyê bû, lewma sersaxî ji malbata wî û hêzên demokrasiyê hate xwestin. -
Hûn: Divê statuya Birêz Ocalan zelal bibe
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn rexne kir ku li gel rapora komîsyona meclîsê jî desthilatdariyê gavên şênber û qanûnî neavêtiye û got, zelalkirina statuya Rêber Apo ji bo çareseriyê gelekî girîng e. -
ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Zekiye Alîm a 83 salî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kepezê ji ber pençeşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Êrîşa li Çiyayê Gulanê: Xeta înternetê qut bû
Qeymeqamê navçeya Derbendîxanê ragihand ku bi droneyan li ser Çiyayê Gulanê yê li sînorê navçeyê êrîş hatiye kirin. Qeymeqamê navçeyê da zanîn ku ji ber êrişê înternet qut bûye. -
Li Moskowê 77’emîn Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin
Li paytexta Rûsya Moskowê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin. -
Bakirhan: Divê hiqûqa Amed, Mahabad, Hewlêr û Kobanê bê naskirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, ji bo xurtkirina demokrasiyê divê Tehran Mahabadê, Enqere Amedê, Bexda Hewlêrê û Şam jî Kobanê nas bikin. -
Li Agirî serdegirtina malan: 21 kes hatin binçavkirin
Li navend û navçeyên Agirî îro sibehê bi ser gelek malan hat girtin û 21 kes hatin binçavkirin. -
Li ber Serkonsolosxaneya Îsraîlê şer qewimî
Li ber Serkonsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê şer qewimî. Di encamê de 2 polîs birîndar bûn. Emniyetê ragihand ku 3 kes hatin bêbandorkirin. -
Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê bi hinceta tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê gelek ciwan hatin binçavkirin. -
Kampanya 'Na ji Darvekirinê re', banga bidawîkirina darvekirinên li Îranê kir
Rêxistina kampanya ‘Na ji Darvekirinê re, Erê ji Jiyana Azad re’ bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî darvekirinên li Îranê, bikevin nava liv û tevgerê. -
Li Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî hate birîn
Rêveberiya Îranê dest ji darvekirin, girtin û polîtîkayên zextê bernade. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, cezayê darvekirinê li girtiyekî Kurd hate birîn. -
Sînorê Hewlêrê hate bombebarankirin
Di bombebarana li sînorê Hewlêrê pêk hatî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 zarok birîndar bûn. -
Li herêma Krasnodar û Stavropolê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li herêma Krasnodar û Stavropolê yên Rûsyayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin. -
Bi ser Şaredariya Uskudar a CHP’ê de hate girtin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Uskudar a CHP’ê hatî destpêkirin de 20 kes hatin binçavkirin. -
‘Pêvajo divê derbasî qonaxeke şênber bibe’
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyya Boz peyama Rêber Apo nirxand, diyar kir ku pêvajo divê bigihije qonaxeke şênber û ev hişyarî da: “Derengmayîn wê baweriyê kêm bike, pêvajo dê lewaz bibe.” -
Kurkçu: Rageşiya li Rojhilata Navîn zorê dide siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê
Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku şerê li herêmê wê yekser bandorê li rêveçûna siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û meseleya Kurd bike û destnîşan kir ku hem li qada demokratîk hem jî ji aliyê derfetên muzakereyê ve ev bandor wê diyarker bin. -
Şefîka Kandar du caran krîza dil derbas kir, lê ATK'ê got, 'dikare li girtîgehê bimîne'
Girtiya bi nexweşiya giran Şefîka Kandar ku Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora "dikare li girtîgehê bimîne" da wê, di dema dawî de 2 caran krîza dil derbas kir. Malbata wê û parêzvanên mafên mirovan dixwazin, girtiyên nexweş bi lez bêne berdan. -
Fermandara berê ya FARC'ê: Ocalan cihê hurmetê ye, divê azad bibe
Fermandara FARC'ê ya berê Victoria Sandino hewldana diyalogê ya Rêber Apo bi gotina "rûmet û hurmetdarî" pênase kir û got, divê azad bibe. -
ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza Narin Guran heta 16’ê Nîsanê hate taloqkirin
Duyemîn rûniştina doza Nevzat Bahtiyar ku di çarçoveya qetilkirina Narin Guran de ji nû ve dihat darizandin, heta 16’ê Nîsanê hat taloqkirin. -
Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar
sHevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel daxuyaniya hevpar dan.