ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Wanê bi pileya 5.2 erd hejiya
AFAD’ê ragihand ku li navçeya Tuşba ya Wanê bi mezinahiya 5.2 erd hejiya. -
Ji KOMAW’ê peyama 4’ê Nîsanê
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyanî da û destnîşan kir ku nêzîkatiya li ser esasê aştî û diyalogê, xwedî wateyeke mezin e. -
ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Festîvala Rojên Amarayê de axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd hişmendiya xwe ya hevpar bi kedê ava kir û têkoşîna xwe veguherand azadiyê. -
Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin
Kampa Azadî ya li sînorê navçeya Koye ku malbatên ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatine koçberkirin dijîn, careke din hate hedefgirtin. -
Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike
Mihrîcana Rojên Amarayê li Parka 4'ê Nîsanê ya li Xelfetiyê bi beşdarbûnekî zêde dewam dike. -
ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin
Li gorî rapora ÎHD'ê piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di protestoyên li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deherî kêm 930 kes hatine binçavkirin û rojnameger û zarok jî di nav de herî kêm 123 kes hatine girtin. -
Fîgen Yuksekdag tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bû
Cenazeyê kekê hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag M. Cavît Yuksekdag li Edeneyê hate veşartin. Fîgen Yuksekdag beşdarî merasîma cenaze bû. -
Serokê Îstîxbarata Baasê li Hewlêrê mir
Tahir Celîl Hebûş ku serokê saziya îstîxbarata rejîma Baasê bû û destê wî di sûc û komkujiyên li hemberî Kurdên li Başûrê Kurdistanê de hebû, li bajarê Hewlêrê ji ber krîza dil mir. -
Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, ji bo serketina pêvajoyê qanûnên bêne derxistin diyar in û xwest, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û qanûnên serxistina pêvajoyê bêne derxistin. -
Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve
Dayika Mehmet Akpolat ê 32 sal in dîlgirtî ye Hanîfe Akpolat qala dîlgirtina bi salan a kurê xwe, mercên girtîgehê û pêvajoya giran kir û got, "Bila aştî pêk were, zarokên me bijîn, azad bibin." -
'Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin'
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk peyama dawî ya Rêber Apo nirxand û got, "Belê êriş û propagandayên faşîst hatin kirin, lê belê em kengî ji trena ber bi aliyê şaş ve diçin peya bibin, rast e. Divê em rewşê bi vî rengî bibînin." -
ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li cihê ku Dag û Karaoglan lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin
Ciwanên Rihayê li cihê ku Mûstafa Dag û Mahsûn Karaoglan di sala 2009’an de dema ku ber bi Amarayê ve diçûn hatibûn qetilkirin, dar çandin. -
YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir
YRJˊê bertek nîşanî êrîşa li dijî rojnamevanan li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê da û destnîşan kir ku bûyer li dijî azadiya çapemeniyê binpêkirinekî eşkere ye. -
Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo verastekirinên zagonî pêwîstî bi diyarkirina dîrokê heye û got “Pênasekirina hiqûqa bi Ocalan re hatiye avakirin wê bandoreke erênî li pêvajoyê bike." -
KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir
KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Sala 2026, sala azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me ye, serketina pêvajoya aştî û civaka demokratik e, avakirina xuşk û biratiyan gelan e." -
Raporê DFG'ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31'ê kes
Li gorî rapora binpêkirina mafên mirovan a meha Adarê ya DFG'ê, binçavkirin, girtin, sansur û zexta dadgeriyê ya li ser rojnamevanan zêde bû. Di raporê de hate gotin, azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê bi rêk û pêk hate astengkirin. -
‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’
Parêzer Ahmet Baran Çelîk ê ku di bin banê GOÇÎZDER’ê de dixebite, mirina 18 koçberan a li Egeyê weke ‘’cînayet’’ pênase kir û got ku berpirs jî şer û binpêkirin in. -
Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!
Li Nexweşxneya Dewletê ya li navçeya Xelatê ya Bedlîsê bi îdîaya nelirêtiyê gelek doktor û rêveber hatin binçavkirin. Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan got, "Divê saziyên pêwendîdar li hemberî îdîayên nelirêtiyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin." -
Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne bi hêviyan, lê bi garantiya qanûnî û lihevkirina civakî pêk tê. -
ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevgirtina Akbelen û Tarim-Sen: Em ê Esra Işik ji destê dadweriya holdingê rizgar bikin
Li ser banga Hevgirtina Akbelen û Tarim-Senê ji bo berdana berxwedêra Akbelenê Esra Işik a kuji ber li dijî biryara lezgîn a desteserkirina Îkîzkoy ê Muglayê gund û erdê xwe biparêze hatibû girtin, li Kadikoyê çalakî li dar xistin. -
Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
Rojhat Babat ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa S ya Kirşehîrê dihat girtin, li nexweşxaneya ku sewqî wê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. -
Temellî: Rojeva gel û meclîsê ne weke hev e
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî qanûnên di rojeva meclîsê de ne nirxand û got, rojeva gel û ya meclîsê ji hev cuda ne.