ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 27'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Serdar Şîtîlay 33 sal şûnde hat berdan
Serdar Şitilay ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Elazigê dihat girtin, piştî ku 6 caran berdana wî hat taloqkirin, serbest hat berdan. -
Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam daxuyanî dan û bang li Wezareta Edaletê kirin ku bi berpirsyarî rabe. -
DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nerazîbûn nîşanî derengxistina sererastkirinên qanûnî yên têkildarî pêvajoyê da û got, "Pêwîstî bi lezê heye, ne bi tirsê. Eger dem baş neyê bikaranîn dibe ku rîsk rû bide." -
Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin
Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li herêma sînor a li navçeya Elbak a Wanê hate qetilkirin piştî 4 rojan hate werirtin. -
Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike
Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 27'ê Adarê roja Înê serdana Îmraliyê bike û bi Rêber Apo re rûnê. -
Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku samîmiyeta pêvajoyê tenê bi gavên hiqûqî yên weke rakirina qeyûman, berdana girtiyên nexweş û azadiya Rêber Apo dikare bê îsbatkirin. -
ATK dûrî zanistiyê ye: Mafê jiyan û tenduristiyê yê Mehmet Emîn Çam tê binpêkirin!
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Mehmet Şerîf Demîr got, "Mehmet Emîn Çam ne li girtîgehê lê li nexweşxaneyê yan jî li derve divê tedawiya wî dewam bike." -
Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e û got, "Gelê ku qadên Newrozê dagirt peyam da dewleta Tirk ku heta Rêber Apo azad nebe ti pirsgirêk çareser nabe." -
ROJEVA 26'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Haydar Sever li Dersimê hat veşartin
Bavê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Fatma Adir, Haydar Sever (90) ku li Stuttgart a Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Dersimê hat veşartin. -
FEDA û DAKB'ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) daxuyanî dan û diyar kirin ku koça dawî ya rûspiyê Dersimî Haydar Sever windahiyeke mezin e. -
Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin
Li navçeyên Tetwan û Xelatê yên Bedlîsê di serdegirtinên malan de 25 kes hatin binçavkirin. -
KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî
KNK'ê projeya 'Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e' ya li Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin silav kir û got, ew hêvî dike ev yek bibe bingeha konferanseke neteweyî. KNK'ê diyar kir ku ji bo vê jî ew amade ye bi erk û berpirsyariya xwe rabe. -
Piştî sih salan li qada Newrozê bû: Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li qada Newrozê be
Soydan Akay ku piştî dîlgirtina zêdeyî sih salan tevlî Newroza Amed û Cizîrê bû got, "Xeyala min ew bû ku Rêbertî rojekê bê vê derê. Beriya her kesî mafê Rêbertî bû ku li wê derê be. Wêneyê rasteqîn hingî temam dibe." -
Guleryuz: Pêvajo dereng dikeve
Mahfûz Guleryuz têkildarî gotina 'Divê em nelezînin' a Devlet Bahçelî ya li ser karên têkildarî pêvajoyê bi bîr xist ku sal û nîvek di ser pêvajoyê re derbas bûye û got, "Em qala demeke winda û derengketî dikin." -
ROJEVA 25'Ê ADARA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê ji ber ku beşdarî Newrozê bûne 10 kes hatin girtin
Di serdegirtinên malan ên piştî Newrozê li Stenbolê de, ji kesên hatine binçavkirin 10 kes hatin girtin. Di nav hincetên girtinê de strana Awazê Çiya ya "Oramar" jî wekî sûc hat hesibandin. -
PÎK’ê êrîşa li ser pêşmergeyan şermezar kir
PÎK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa rejîma Îranê ya li ser pêşemergeyên Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û ji birîndaran re şîfa xwest. -
Polîsan di serdegirtinên Stenbolê de êşkence kirin
Li Stenbolê zarokek ji ber beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû bi êşkenceyê hat binçavkirin. -
Li Qowanciyan şahiya Newrozê
Li navçeya Qowanciyan a Xarpêtê şahiya Newrozê bi coş hate pîrozkirin. -
Endamên Parlamenta Ewropayê ji bo du rojnamevanan bang li YE’yê kirin
Gelek endamên Parlamenta Ewropayê ji bo du rojnamevanên li Sûriyeyê winda bûne, bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê kirin. Parlamenteran xwest ku aqûbeta rojnamevanan were eşkerekirin û hewldanên ji bo berdana wan, bên destpêkirin. -
Bahçelî: Gavên demokratîk û hiqûqî wê qonax bi qonax bêne avêtin
Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û anî ziman ku di çarçoveya armancên têkildarî pêvajoyê de sererastkirinên hiqûqî û demokratîk wê gav bi gav bêne bicihanîn. -
Girtiyê nehat berdan jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar ê nehat berdan, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Taşar demeke dirêj nexweş bû û bi hincetên kêfî nedihat berdan. -
'Divê demildest Serok ji Îmraliyê were derxistin'
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku pê re hevdîtin kir, hişyarî da ku li Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de girtina birayê wî xeteriyek jiyanî ye û got, divê demildest şert û mercên wî yên fîzîkî bên guhertin.