ROJEVA 10'Ê GULANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Wasiyê Rêber Apo parêzer Mazlûm Dînç anî ziman ku ew di qonaxeke gelekî girîng û krîtîk re derbas dibin û got, "Gelek hêz hene ku dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Divê pêvajo bi lez bê meşandin û muzakerevanê sereke Birêz Ocalan azad bibe."

Gerîla Tîrêj Roj Ozan Mizgîn bi bîr anî û got, "Hunera wê bû pêşeng ji rêbazeke neteweyî re ku xîtabî tevahiya Kurdistanê kir. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran bi hunera xwe ziman û çanda Kurd parast û bû çavkaniya sûdwergirtinê ji hezaran jin ên ciwan re."

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê wê saet di 13:00 de li gelek bajaran bi dirûşma "Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye" daxuyaniyê bidin.

Rûniştina nû ya doza windakirina malbata Dîrîl û qetilkirina Şîmonî Dîrîl wê 12'ê Gulanê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Edliyeya Şirnexê pêk were. Parêzer Dîlsîz diyar kir ku Apro Dîrîl bûyer bi tena serê xwe nekiriye.

Ji bo gerîla Dîlmaf ku bi dil û mejiyê xwe tevdigeriya, şer dihate wateya têkoşînê, milîtaniya hêja ya Apoyî û hevrêtiya ji hevrêyan re.