ROJEVA 9’Ê GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

- Pêşketinên piştî banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk wê werin şopandin.

-Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çekdar, diyar kir ku di pêvajoya  pirsgirêka Kurd de, mijara herî girîng statuya Rêber Apo û sererastkirinên qanûnî ne û got ku beriya Meclîs bikeve betlaneyê divê gavên şênber bên avêtin.

- Çalakiyên xizmên girtî û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê dê werin şopandin.

- Li Kurdistanê cotkar zilma DEDAŞ'ê protesto dikin. Cotkar, dibêjin ku hilberîn ji ber qutbûna dema avdanê, fatûreyên bilind û cezayên pereyan sekinî ye, lewma neçar dimînin ku zeviyên xwe bifiroşin.

- Li Çewligê fihûş veşartî ye û ji ber vê yekê tespîtkirina wê zehmetire. Li vî bajarî, ku îstihdama jinan bi sînor e, hin kafe, salonên masajê û torên ku di bin navê "xizmeta malê" de dixebitin, wekî mekanîzmayên fuhuşê yên veşartî dixebitin.