Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

Rewşa girtîgeha Dîzlava ya Kirmaşanê ji ber zêdebûna hejmara girtiyan û tundkirina tedbîrên ewlehiyê gihîştiye asteke metirsîdar. Hat diyar kirin ku rayedar nahêlin girtî bi malbatên xwe re hevdîtin bikin.

Tora ‘Dengê Girtiyên Kurd û Îranê’ di raporekê de derbarê rewşa girtiyên Dîzlava ya Kirmaşanê agahiyên nû weşandin.

Di raporê de, tê gotin ku piştî destpêkirina şerê di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de, rewşa nav girtîgeha Dîzlava ya Kirmaşanê ji ber zêdebûna hejmara girtiyan û tundkirina tedbîrên ewlehiyê, gihîştiye asteke metirsîdar.

Li gorî heman raporê hemû hevdîtinên girtiyan hatine rawestandin û malbat jî nikarin zarokên xwe bibînin.

Her wiha tê gotin hemû peywendiyên telefonî di bin çavdêrî û guhdarîkirina tund a ewlehiyê de ne û hate gotin; ‘‘Ev yek jî bûye sedema nerazîbûnek mezin li ser rewşa derûnî û fizikî ya girtiyan.’’